Velehrad

Velehrad
Mertal Al
(Mertal) (Al)
Agahiyên gelemperî
Welat  Çekya
Herêma dîrokî Moravya
Herêm Zlîn
Bajarok Uherské Hradiště
Şaredar Stanislav Gregůrek
Gelhe 1.316 kes (2011)
Berbelavî 12,510 kes/km2
Erdnîgarî
Koordînat 49°06′21″Bk 17°23′40″Rh / 49.10583°Bk 17.39444°Rh / 49.10583; 17.39444
Rûerd 22,25 km2
Bilindayî 219 m
Nexşeya cihan Komara Çekî
Velehrad li ser nexşeya Komara Çekî nîşan dide
Velehrad
Velehrad
Malpera gund

Velehrad (bi kurdî wateya wê: keleha mezin) navê gundekî li bajaroka Uherské Hradiště ye ku dikeve herêma Zlín a Çekyayê. Nifûsa wî 1.316[1] kes e û 6 km dûrî Uherské Hradiště ye. Di serdema împeratoriya Moravyaya Mezin de Velehrad navenda bajarê sereke yê Velîgradê bû. Ji bo xiristiyanan cihê herî pîroz ê li Çekyayê ye. Xiristiyan bazîlîkaya Kîrîl û Metodiyos weke cihekî hecê bi kar tînin. Lewma her sal 5ê tîrmehê mirov diçine vî gundî.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî baweriya gel Velehrad navenda Moravyaya Mezin bû. Lê di nivîsên navbera sedsalên 9 û 13an de tiştekî bi vî awayî yê berbiçav nehatiye nivîsandin. Nivîsa herî kevn a derbarê Velehradê de di sala 1131ê de ji aliyê metranê Olomoucê, Jindřicha Zdíka, ve hatiye nivîsandin û ti agahiyên din ên berfireh tine.
Di sala 1985an de di bin rejîma komunîzmê de bi boneya ziyaretgeha neteweyî li Velehradê ji carên din bêhtir mirov gihane hev. Herwiha wê salê ji aliyê Papa ve xelata Gula Zêrîn ji bo bazîlîkaya Velehradê hate dayîn. Di sala 1990î de Papa Paulê II çû serdana Velehradê. Di sala 1993yan de bi serkêşiya civata neteweyî ya Velehradê 8000 mirov li cihê ziyaretgehê kombûn.

Kenîşteya Velehradê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kenîşteya Velehradê, kenîşteya herî kevnare ya baweriya sîstersiyanî ya li Moravyayê ye. Li kenîşteyê herwiha bazîlîkaya firîna bihiştê ya Meryem û Kîrîl û Metodiyos heye. Metranê Olomoucê dixwaze ku li cihê îroyîn kenîşteyek were avakirin lewma di salên 40î yên sedsala 13an de kenîşte tê avakirin. Kenîşte bi awayê hunera romanesk hatiye avakirin û bandora hunera gotîk jî li ser avahiyê tê dîtin.
Di sala 1421ê de kenîşte ji aliyê Hussîte yên Moravyayî ve tê şewitandin. Di dawiya sedsala 16an de avahî tê nûkirin, lê di dema şerê sih salan de ji aliyê hêzên Transîlvanyayê ve du caran rastî êrîşan tê. Piştî van êrîşan di navbera salên 1629-1635an de bi şêwazê barok tê nûkirin. Di sala 1681ê de agir bi avahiyê dikeve û dîsa tê nûkirin. Di sala 1890î de baweriya kenîşteyê ji sîstersiyanî bi ser baweriya civata îsewiyan ve tê guhertin. Di dema serweriya vê civatê te herêma kenîşteyê du caran tê kolandin. Mebesta kolanê dîtina avê ya di bin erdê de bû. Di sala 1950 de ji ber êrîşeke navbera polîs û civatê de kenîşte ji destê civata îsewiyan tê derxistin. Piştî sala 1990î civata îsewiyan vedigere kenîşteyê û di heman salê de ji aliyê papa ve tê ziyaretkirin.

Bazîlîkaya Kenîşteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 27ê sermaweza 1228an de bi daxwaziya Metran Robert dêrek tê avakirin. Şêweyê dêrê yê roja me piştî şewata 1681î tê avakirin. 14 beşên îbadetê tên avakirin. Dêr bi şêwazê romanesk-gotîk hatiye avakirin. Dirêjiya wê di navbera 86-100 metreyî de ye. Di kewçêra 1735an de carekê tê nûkirin. Piştî sala 1927an dêr ji aliyê papa ve weke bazîlîka tê binavkirin û di sala 1985an de xelata Gula Zêrîn ji bo vê bazîlîkayê tê dayîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Agahiya serjimarê ya gundên Çekyayê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 26 hezîran 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 tîrmeh 2011
  • Pojsl, Hyhlík - Velehrad v památkách osmi století (Velehrad di bîranînên sedsala heştan de)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]