Victor Francis Hess

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Victor Franz Hess

Victor Franz Hess an Victor Francis Hess (* 24'ê tîrmehê 1883 li Koşka Waldstein a nêzîkî Deutschfeistritz, Awistriya; † 17'ê berfanbarê 1964 li New York, DYA) fîzîknasekî awistriyayî bû. Sala 1936Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Wî bo cara yekem tîrêjên kozmîk keşfkiriye. Xelata Nobel jî ji ber vê bipêşxistina wî ya fîzîkê hatiye dayîn. Heya sala 1919'î wekî profesorek ji rêzê bû. Dema diçe DYA'yê bala xwe berdide ser elementa radyûmê. Dema vedigere welêt êdî radyologekî navdar e. Ji ber ku li dijî faşîzm û dagirkeriya nazî derdikeve, bo demekê ji aliyê almanan ve tê girtin. Ew bi tundî li dijî neheqiyê derdikeve û teklîfên ku Almanya û dewleta Awistriya ya ku wê demê di bin dagirkeriya almanan de bû şûnde dike. Bi giranî nexweş dikeve di zîndanê de û tê berdan.

Dewlet nahêle ku ew bikeve wargehek starê bo xizanan jî. Di wê demê de xelata Nobel wî şad dike. Bi pereyê xelatê diçe DYA'yê. Li wir li zanîngeha Fordham University dixebite û sala 1944'î dibe hevwelatiyê DYA'yê.