Vladîmîr Mînorskî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Vladîmîr Fyodorovîç Mînorskî (bi rûsî: Владимир Фёдорович Минорский, Vladimir Fyodorovich Minorskiy), wek Vladimir Minorsky jî tê naskirin, (z. 5'ê reşemiyê 1877 − m. 25'ê adarê 1966), rojhilatnasê navdarê Rûs ko jibo lêkolînên xwe yên li ser dîrok, ferheng û zimanên Îranê di nav Kurdan da pir hatiye niyasîn.

Jînenîgar [biguherîne]

Ew li bajarê Korçevayê, li bakurê rojavayê Moskovayê hat dinyayê. Bajarokê Korchevayê niha di bin ava sikrê Ivankovoyê ye. Li dema xwîndina xwe li dibistana berheviyê xelatekê zêr wergirit. Li sala 1896ê li Zanîngeha Moskovayê dest bi xwîndina qanûnê kir. Wî li sala 1900ê zanîngeh qedand û li wê salê çû Bingehê Lazarêv jibo Zimanên Rojhilatî û sê salan xwe berhevî karekê dîplomatîk kir. Ew li sala 1902ê jibo cara yekê çû Îranê û li ser Ehlê Heq anko Kakeyiyan jêder cemandin.

Ew li sala 1903ê li Wezareta Derve ya Rûsiya ya Tizarî damezriya û li sala 1904ê heta 1908ê li Îranê xebitî.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)