Vokatîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vokatîv an forma bangkirinê yan jî forma gazîkirinê di gelek zimanên hind û ewropayî û herwuha di zimanê kurdî de formeke tewandî ya cînavan e. Di zimanê kurdî de vokatîv bi du awayan tê realîzekirin.

Awayên forma bangkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bi paşbendikan; paşbendikkirina vokatîv a di kurdî de gorî zayenda rêzimanî ya di zimanê kurdî de (nêr û mê) cuda ye: nêr -o, mê . Mînakî forma gazîkirina navê Azad (nêr) di tewîna vokativî de dibe Azado! Gazîkirina navê Bêrîvan (mê) dibe Bêrîvanê!.
  2. Bikaranîna vokatîvê bêpaşbendik û bi hokeran (lo/la (nêr), lê (mê)). Mînakî vokatîva navê Azad dibe "lo Azad!". Ya navê Bêrîvan dibe " Bêrîvan!".

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Samî Tan (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.