Wîkîpediya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Wîkîpediya
Wikipedia-logo-v2-ku.png

Malper    ku.wikipedia.org
Ziman bi 253 zimanî
Avabûn 15'ê rêbendanê, 2001
bi kurdî: 7'ê rêbendanê, 2004
Xwedî Weqfa Wikimedia
Dirûşm Ensîklopediya azad
Ev zimbolê tim e.

Wîkîpediya (bi îngilîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke azad bi rengê wîkî ye. Projeyeke vekirî ye, her kes dikare tevlê bibe. Wikipedia lasher dasti Wikimedia ya.

Wîkîpediya projeyeke navnetewî û bi 253 zimanan ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Bi tevkariyên kesan ji hemû dinyayê komkirina zanîna mirovahiyê pêk tê.

Wîkîpediyaya herî mezin ya îngilîzî ye, tê de ji 3.568.534î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wikipediayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

Wîkîpediyaya kurdî[biguherîne]

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku bi zimanê kurdî heta îro ensîklopediyek tune. Carê yekemîn di înternet de ensîklopediyeke kurdî pêk tê. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hat dan destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha 20.812 gotar heye.

Dîrok[biguherîne]

Wîkîpediya di 15.01.2001 de ji aliye Wikimedia Foundation (Vaqfa Wikimedia) hat dan destpê kirin.

Binêre: Wîkîpediya:Dîroka Wîkîpediyaya kurdî

Lîsans[biguherîne]

Naveroka Wîkîpediyayê bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License) tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWikinivîsbariya azad e.