Wîkîpediya:Dîwan/pêşniyar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Diyarbakir P1050736 20080427133937.JPG
Dîwan (pêşniyar)

Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ji kerema xwe re ji bo parvekirinên xwe beşên têkilîdar bikarbîne!

Qehweya kurdî Amed 2012.JPG
Edit-find-replace.svg Preferences-system.svg Dialog-information on.svg Dialog-information on.svgNuvola apps package development.png Help-browser.svg
Mijarekê lê zêde bike
Kurtenav:
WP:DP

Forma Gishti ya Wikipediya Kurdi[biguherîne]

Brayno ez, pash beshdari kirin li rupela daxwaz jibo guherandina nave Wikipediya Kurdi, daxwaz dikim ku hendek peyvan u wisheyan di nav Wikipediya Kurdi bi Sorani (Kurdiya Navin) u Kurdiya Bashur bên nishan dan. Jibo nimune: Ol > Ayin (bi wateya "religion" di Englizi de, "ol" bi xwe peyveki Tirkiye u ji "yol"ve dêt bi wateya "re"), Destpêk > Sereta ( ~ "Start", ez hêji bi rasti nazanim ku "destpêk" ji ku ve hatiye, di Kurdi de lêker "dest pê kirin/kirdin" heye ku bê "kirin/kirdin" wateya wi cune), Gotin > Witin/Wetin (~ "to say", "gotin" bi xwe peyveki Farsi ye u ji "goften" dêt u risheya wi ya kevnar ji Farsiya Kevnar "geube" ye. Lêbelê di Sorani u Kurdiya Bashur de Kurd "witin" anji "wetin" bi kar dinin ku di Iraniya Kevnar de "wext-" buye: Farsiya Kevnar "geube"-; Farsi "goften" - "guy-"; Iraniya Kevnar "wext-" - "wek-", Kurdiya Bashur "wetin" - "wêsh-", Kurdiya Navin "witin"/"gutin" - "bêj-"/"wêj-"/"-", Kurdiya Bakur "gotin" - "bêj-".). Hun ji kerem ken u min ji hizir u fikira xwe agahdar bikin. Gelek sipas. --Kak Language 07:52, 18 rezber 2011 (UTC)

Slav hevalê hêja, birastî heya min jê nîn bû ku peyva Ol ji tirkî tê. Peyva ayin(ayîn) tê bikaranîn lê ez dibe qey ne sedî sed ji dêla ol, ew mîna en:ritual tê bikaranîn. Lê ne zor a ku em vê peyvê bikarbînin. Di derbarê peyva Destpêk de, bi kurmancî tê wateya en:start jixwe rûpela pêşî diderkeve Destpêk e. Di malperên kurdî de jî cur bi cur peyv ji bo home (page) tên bikaranîn: rûpela serî , mal , destpêk, rûpela pêşî hwd. Ez dibêjim pirsgirêka vê peyvê ne wilqasî mezin e. Lê dîsa jî heke heval bixwazin dikare were guhertin. Lê ez ne bawerim ku peyva gotin were guhertin. Ji ber ku bi gelemperî di nav kurmancan de wisa tê bikaranîn. Herwiha em dibêjin peyv ji farsî tê , ma ev tişt rast e gelo? Ev (kurdî, farisî) zimanên îranî ne, jixwe divê peyvên weke hevdu hebin. Mînak di zimanên slovakî, çekî, polonî, kroatî , slovenî de bi hezaran peyvên heman hene, lê ti kes nabêjê ev peyv ji vî zimanî tê, ew dibêjin ev peyvên slavî ne, lewma peyvê hemû gelan e. —Gomadapeyam 11:10, 18 rezber 2011 (UTC)
Silav braye mine heja. Heval "ol" bêguman ji Tirki ("yol") dêt (y > 0; yan > an, yewash > hêwash). Di Kurdi de peyvên orjinal jibo wateya "religion" ev in: "din" u "ayin". "Din" hem di Avestayi de heye hem ji di Erebi de u kes nikare bi rasti bizane ku gelo "din" peyveki Erebi an Irani. Lêbelê "ayin" dikare bi wateya "religion" bête bi kar anin. Jibo "ritual" an "ceremony" di Kurdi de "aheng" an "heng" heye. Bi her awahi "ol" peyveki ne-Kurdi ye qet di nav zarawayên Navin u Bashur nayê bi kar anin. Ez ji dimena zimannasi hizir dikim ku bashtir e "ol" biguhere bi "ayin" an "din".
Di derbarê "destpêk" ez hêji guman dikim peyveki resen nebe, lêbelê tu rast dibêji bra pirsgirika we ne mezin e.
Lê di derbarê wekhevitiya Kurdi, Farsi, u zimanen Iraniyen din ez divê bibêjim ku "wekheviti" (~similarity) u qerz kirin (~borrowing) du mebestên cuda cuda ne. Yanê zimanên ji êk malbata zimanan dikarin hem wek hev bibin u hem ji hevudu qerz bikin. Ji bo nimune Inglizi u Norwici du zimanên hev malbatin lêbelê peyva "sky" peyveke ne Inglizi ye u ji Norwiciya Kevnar hatiye qerz kirin. Di nav zimanên Irani de her wisa ye. "Se" an "seg" (~kucik) di Kurdi de peyvên qerz kiri ji Farsi ne cimku, ji dimena zimannasi, "sw-" Iraniya Kevnar di Kurdi de dibe "sp-" u di Farsi de "s-" (Kurdi "hesp"/"esp"; Farsiya Navin "esgodar" ~ "riya hespan"; "esb" di Farsiya Nu de peyveke qerz kiri ji zimanên Iraniyên din e). Kurdi zimaneki Bakure Rojavaye Iran e u Farsi ji Bashure Rojavaye Irani dêt u ji ditin u dimena zimannasi di nav Kurdi u Farsi de ciywaziyên zimannasi heye (Iraniya Kevnar "dz" > Kurdi "z" lêbelê Farsi "d": Ku. "zanin" Fa. "danestan"; Ku. "zava" Fa. "damad"; Iraniya Kevnar "s" > Ku. "s" lêbelê Fa. "h": Ku. "masi" Farsi "mahi", Ku. "ask" Fa. "ahu", uhd). Ji ber wi heqiqete em dikarin peyvên Kurdi yên orjinal nas bikin u bi kar bihinin. Hendek nimuneyan ji peyvên biyani di Kurdi de u minakên Kurdiya wan:
Kurdi (biyani) : Kurdi (orjinal) : Farsi : Zazaki (zimaneki Bakure Rojavaye Iran)
se / seg : sipindi, sipe / sipolit : seg : espe
deh : tune : deh : des
dil : zirk : dêl : zerre
l- (hêshtin) : berzandin (<? ebi-herze) : hêl- (hêshten) : erz-
got / gut : wet / wit : goft : vat
guherandin / gorrandin : worrandin : goheranden : vurrnayen
guhastin / gozin : wozin : gohzaiden : tune
palaftin : parzandin : paluden : perzu kerden

--Kak Language 10:33, 18 rezber 2011 (UTC)

Spas ji bo agahiyên te yên hêja, ez êdî peyva ayîn an jî dîn bikartînim (: Wekî ku min berê li ser rûpela te ya îngilîzî gotibû , emê bi alîkariya braderekî ji Kurdistana Îranê şad bibin. Tu jî dikarî bibînî ku hindik bikarhênerên kurd li vir dixebitin. Lewma hinga dema te çêbû ger tu alîkariya wîkî ya me bike wê pir baş çêbe. Tu dikarî gotarên di derbarê babetên tu jê hez dikî binivîsî. Jixwe zanebûna te ya kurdî baş e, lewma pirsgirêk dernakeve. Bimîne di xweşiyê de. —Gomadapeyam 12:38, 19 rezber 2011 (UTC)
Ol ne bi tirkî ye. Ne zimanzan im, lê bi texmîna min ol û al/ala ji heman kokê ne. "Sîmbola min a herî pîroz". Di ferhenga fermî û herî mezin a tirkî de (TDK-Sözlük) 12 wateyên wê hene, di nava wan de ol-dîn nîne. Wisa ba tirk ji derewan hez dikin, dê hema bêjeya dîn bavêtana. Tenê di dema hikûmetên Ecevit de (1074 ûêd), bi fermî 20 hezar peyv çêkirin ku ti kok û wateya wan nîne. Destpêk di kurmancî de gelek tê bikaranîn. Destpê amadekirin bi karekê ve, milhildan, tifê destê xwe kirin û xwe ji bo xebatekê motîvekirin e. Di jiyana rojane de gelek tê bikaranîn. Sereta nabe lewra kurmanc dikarin bêjin "heyran ma ev tayê dirûnê jî ji kû hat?". Kekê hêja Language, Kurmancî ne Soranî ye. Soranî nêzîkê Farsî ye, artîkel nînin tê de. Lê Kurmancî û Zazakî de hene. Zazakî jî zarave û zimaneke kurdî ye (hûn carnan dilê me diêşînin). Bi ya min zimanên kurdî hene. Kurmancî Soranî û Zazakî sê zimanên Kurdî ne. Kurd li ser sê bingehên kevnar kewa xwe girtine: Aryanî, Urartû, Hurriyên Qefqasî, bandor û koçeriyên Samî. Dirêj nekim, min xwest bêjim zû de ye pirrengînî. Gotin dişibe ya farisan? Keko me herdu jî ji heman kokê ne. Soranan negirtine, me girtiye. Gelek peyv jî hene kurmancan negirtine, soranan girtine. Hûn jî dizanin cureyên tiştan û rengdêr di çerxa demê de dibin pronom-nav (navê wî nehate bîra min, aha Çomskî). Yek jî Soranî ne kurdiya navîn e lê ji aliyê cografîk ve li navenda Kurdistanê tê axavtin. Navenda kurdî nîne, Kurdî ji sê zimanan (an zarave) ava ye. Tirkî ji 8 zimanan. Biraderên Soran carnan xwe wekî Qeter, me jî Filistînî dihesibînin, qet ne baş e. Soranistana we heye, bihêlin em jî hinekê pêşî li pişavtina kurmanciya xwe bigirin. Helbet ev henek bû:) Gelek sipas bo tevkariyê Kak Language.. --Bablekan 11:05, 21 rezber 2011 (UTC)
Kekê Bablekan dilê te ser sera min bra ez nixwazim qet dilê tu mirov biêsinim. Ez dizanim Kurmanji ne Sorani. Lêbelê Kurmanji (Kurdiya Bakur), Sorani (Kurdiya Navin), u Kurdiya Bashur hemi zaravayên yek zimanin ku li cihan de bi nav zimane "Kurdi" te nas kirin. Zazaki u Gorani (Hewrami) ji zimanên serbixwene lêbelê tenê Kurdan bi Zazaki u Gorani daxivin. Yane em zimaneki bi nav "Kurdi" ye me heye u ji aliya din ji sê zimanên me hene ku gel dikarin wan bi nav "Zimanên ku Kurd bi wan daxivin" nas bikin. Zimanên ku Kurd daxive: Kurdi (zaravayên Bakur, Navin, u Bashur), Zazaki (zaravayên Bakur, Navin, u Bashur), u Gorani (zaravayên Text, Lehun, Kakeyi, Bacelan, etc.). Bra Sorani u Kurmanji ne zimanên cuda cudane belki zaravyên yek zimanin. Ser bi mijara "wekheviti" u "qerz kirin", bra wesa ku te got Sorani nêzik Farsi ye, te bi "qerz kirin" ishare kir. Rast e Sorani peyvên pirr ji Farsi qerz kirine lêbelê di mijara qerz kirinê de zaravaya Kurmanji ne awarte u istisna ye! Di nav Kurmanji ji bi daxve peyvên qerz kiri yên Farsi, Ermeni, Tirki, u Erebi hene. Yek ji wan peyvan bêguman "gotin" e. Ez ji ne bawiri bum ku "gotin" ji Farsi hatiye u min hizir dikir ku "got" ji "wot" < "wet" hatiye u guherandina "w" bi "g" di nav Kurdi de resen e. Lêbelê min pê zani ku "g" > "w" di nav Kurdi de tenê jibo "wi-" mumkine ne "we-": "winas-eke" > "gunase" ~ "guneh" (peyva "guneh" bixwe peyvekê Farsi ye u esla Kurdiya wê "gunase" an "finas" e; binêre: Kurdi "masi" Farsi "mahi"; Kurdi "ask" Farsi "ahu", Kurdi "xwaz-" Farsi "xah-"). Ez bawerim ku "gotin" di Kurmanji u "gutin"/kutin" di Soraniya Mukriyani u Hewlêri de ji Farsi "goften" hatine, hercend jibo demê nihayi koka/esla Kurdi hêji di nav Kurmanji de parastiye: "bêj-":
Zimanê Iraniya Kevnar: wek / "demê buhurdi" wek + -t > wek-t > wext
Zimanê Avestayi (Zimaneki Bakure Rojavaye Iran): vace, veshe (< wek) / "demê buhurdi" vext (< wext)
Zimanê Parti (Zimaneki Bakurê Rojavayê Iran): waj (< wac < wec < wek) / "demê buhurdi" waxt (< wext)
Zimanê Zazaki (zimaneki Kurdan): va(j) (< wac < wec < wek) / "demê buhurdi" vat (< waxt)
Zimanê Gorani (zimaneki Kurdan): wac (< wec < wek) / "demê buhurdi" wat (< waxt)
Zimanê Kurdi (Zaravaya Bashur): wish (< wesh < wek) / "demê buhurdi" wet (< wext)
Zimanê Kurdi (Zaravaya Navin-Erdellani): wêj (< wej < wesh < wek) / "demê buhurdi" wit ( < wet < wext)
Zimanê Kurdi (Zaravaya Navin-Mehabadi u Hewlêri): lê (<? ji Urartuyi) / "demê buhurdi" kut, gut (< goft < geubet)
Zimanê Kurdi (Zaravaya Bakur): bêj (< wêj < wej < wesh < wek) / "demê buhurdi" got (< goft < geubt)
Zimanê Farsiya Kevnar (Zimaneki Bashure Rojavaye Iran): geube / "demê buhurdi" geubt
Zimanê Farsi: guy (< geube) / "demê buhurdi" goft


Braye minê delal, ez pir bash dizanim ku grammatika Kurmanji geleki resen e u ez shanazi dikim zaravaya Kurmanjiya zimanê Kurdi. Kekê Bablekan ez ne Soranime, ne ez bawerim ku gelê, ji ditina etnoloji, bi nav Sorani di nav cihanê de hebe! Ez beri her tist mirvoim u xwe weki Kurd nas dikim u bi jêr-zaravaya Erdellani ya zaravaya Sorani daxivim ku beshek ji zimanê Kurdi ye. Zaravaya me hendek ferq dike ligel Soraniya Mehabad (Mukriyan) an Soraniya Silêmani:
Soraniya Erdellani : Kurmanji : Soraniya Mukriyani : Soraniya Silêmani
bêje : bêje : billê : billê
keft : keft / ket : kewt : kewt
heft : heft : hewt : hewt
min têm : ez têm / dihêm : emin dêm : min yêm


Di derbarê Soranî, tu rast dibêjî bra. Soranî ji dîtina erdnasîyê (cêografîkê) "navîn" (~ "middle") e. Ne ez belkî hîc mirovekî hishyar u zana bi zimanê Kurdî nabêje ku Soranî resentir (esîltir) ji Kurmanjî ye cimku bi wê dibêjin "Kurdiya Navîn".


Bra pirsgirika me ne ya Kurmanj e ne Soran, pirsgirika me li ser zimane Kurdi ye.--Kak Language 23:00, 23 rezber 2011 (UTC)

Rûpela destpêkê[biguherîne]

Şivanxapînok.jpg

Hevalno , em ne gelek xebatkar in li vir lê dîsa jî em dikarin rûpela destpêkê bêhtir çalak bikin. Mînak, beşa nûçeyên wîkîpediyayê her tim wisa ye. Jixwe nivîsandina nûçeyan piçekî bi pirsgirêk e. Em dikarin vê beşê kurttir bikin û beşa bûyerên hefteyê (jidayîkbûn, mirin hwd) lê zêde bikin, ne baş e gelo? Herwiha li gorî nêrîna min guhertina wêne ji heftiyê carekê hindik e. Em nikarin vê beşê bikin wêneyê rojê? Di vê navberê de divê em nivîsekê li wêneyên me neqandî zêde bikin. Min çend wêneyên hefteyê wisa guhertin.Li wêneyê rastê binêrin hûnê nivîsê li bin agahiyên wêne bibînin. Nizanim dibe ku hevalê Ghybu ji vî karî bêhtir fêm bike. Min ji bo demkî wisa kir de em hertim heman wêneyan bikar neênin. Jixwe hinga me dest bi wêneyê rojê kir divê em rûpelekê ji bo wan bi afirînin û wan arşîv bikin. Hêvîdarim hûn jî nêrînên xwe parve bikin.—Gomadapeyam 12:58, 19 rezber 2011 (UTC)

Silav. Min Wîkîferhengê de tiştik wisa kir: hefte 20, hefte 21, hefte 22 […] hefte 52 Ew rind e?--Ghybu 10:21, 19 rezber 2011 (UTC)
Destê te sax be, erê rind e. Di Wîkî ya îngilîzî de bi navê Wikipedia:Picture of the day/Archive çêkirine. Lê ez dibe pêşî divê em wêneyê hefteyê bikin wêneyê rojê. Ji ber ku heftiyê carek hindik e.—Gomadapeyam 13:45, 19 rezber 2011 (UTC)
Temam, ez paşê cêdikim; lê bi min niha "gotara hefteyê" û "wêneyê hefteyê" çêtir e ji ber ku Wîkîpediya me de hejmara bikarhêneran kêm e: xwedî nakin…--Ghybu 12:10, 19 rezber 2011 (UTC)
Silav hevalno, ez dikarim xwedî lê derêm, bi min jî wêneya rojê rindtir e.Di Wîkîferhengê de ez vê demê ne zav aktîv bûm ji ber ku ez kêm li ser kompûterê bûm, lê belê niha dema min heye, gava ku ez ji dibistanê werim malê.Silav--//George Animal// 13:58, 19 rezber 2011 (UTC)
Divê em rûyê rûpela destpêkê biguherin. Ghybu ez dixwazim piştre ji te re bêjim çi di serê min de ye. Rûpela niha ne pir rind e. George Animal, tu niha destê xwe nede wêneyan.ezê rûpelên bûyer, jidayîkbûn, mirin serast bikim. Piştre dibe ku karekî te çêbibe , heke tu bixwazî. —Gomadapeyam 19:08, 20 rezber 2011 (UTC)
Gotina we ye, rûpela destpêkê ewqas rind nîne, reng jî ne xweshik e, kopiya Wîkîpediya almanî e; bi ya min Wîkîpediya îngilîzî yan Wîkiya soranî nûjentir dixuyin. Herwisa, dema hûn rûpelê biguherînin, ji bîr nekin ku, divê em qutiyên xêrhatinê bi zaravayên din jî çêkin. Ji bo nivîsara kurdiya bashûr divê em ji Kak Language pirs bikin, ez bawer dikim ku ew pê dizane. Serkevtin --MikaelF 16:46, 20 rezber 2011 (UTC)

Qutiya xêrhatinê ya rûpela seretayê[biguherîne]

Silav Kak Language, ez bawer dikim ku tu bi kurdiya bashûr dizanî, ne wisa ye? heke zehmet nebe, tu dikarî nivîsara qutiya xêrhatinê ya rûpela seretayê bikî zaravayê kelhurî? Xwedê ji te razî be --MikaelF 16:46, 20 rezber 2011 (UTC)

Silav û pate li te dikim Kekê Mîkaêl. Wisa rast e bra ez bi Kurdiya Başûr dizanim. Ser her du çavên min bra ezê heta îşev wê qutiye paçve bikim Kurdiya Başûr. Sipas jibo hevkariya te brayê minê hêja. Xwa le toyş razî bew kake giyan (Xwedê ji te jî razî be kekê hêja).--Kak Language 13:51, 23 rezber 2011 (UTC)
Fermo bra qutiya xêrhatin bi Kurdiya Başûr:
We Xér Hatine Wíkípédiya KurdÍ
Wíkípédiya zanistnameyg azas ke le nawya her kes twanêd we zanayí xwey tiya beshdarí biked. Le mangi bendani salli 2004 da írenge 16,611 wetar we ziwani Kurdí (XX wetar we zaraway Kurdí Xwaring) tiya nusyage. Íwenísh fermúne íre beshdarí biken.--Kak Language 15:46, 23 rezber 2011 (UTC)
Rojit we xêr bew kekegiyan, zor supas; qutiya xêrhatinê çêbûye. Hinik kurttir derket, lê ez hêvîdar im ku tu jê razî bî. Ji nuka û pê ve, bila pênûsa te geş be! Serkevtin --MikaelF 07:40, 24 rezber 2011 (UTC)
Demit we xêr bew brakem. Qutiyekê bash e, ez razîme kekê Mîkaêl destên te xwesh brayê minê hêja, Xwedê jî ji te razî be. Hêvîdarim bikarim li Wîkîpediya Kurdî de ez çalakiyên xwe bidomim. Her serkeftig bît (hemîshe serketî bî).--Kak Language 20:39, 24 rezber 2011 (UTC)

Kekê hêja di derbarê qutiya Soranî, ez bawerim ku wisa durusttire:

"Be xêr bên bo Wîkîpediya!

Wîkîpediya zanistnameyekî azad e ke hemû kesêk detwanêt destkarî bikat. Bo bînînî wutare soraniyekan, tikaye serdanî mallperrî

ویکیپیدیای کوردیی ناوین (سۆرانی) ckb.wikipedia.org yan Wutar be zaraway kurdiyî nawendî (soranî be latînî) biken."

Sipas.--Kak Language 20:45, 24 rezber 2011 (UTC)

OpenStreetMap[biguherîne]

Logoya OpenStreetMapê

OpenStreetMap projekî azad e ji bo çêkirina nexşeyan…
Di Wîkîpediya kurdî de em jî vî karê cêkinê? Hûn dixwazin?

Werger
Grêdan
Çêkirin

Heke hûn dixwazin: va koda bikin → vira
--Ghybu 18:28, 23 sermawez 2011 (UTC)

Erê ji bo zimanê kurdî tiştekî baş e. Lê ez dibêjim, divê em hêdî hêdî çêkin, de tiştekî rind derkeve holê. Jixwe gelek bikarhêner li vir nîn in. Herwiha peyvên nexşekariyê jî li wir hene. Lewma nêrîna hemû hevalan hewce ye. Spas ji bo vê pêşniyarê. —Gomadapeyam 20:15, 23 sermawez 2011 (UTC)
Hevalên hêja min xwe li wir tomar ki, lê belê min beşa zimanan nedît, hûn dikarin alîkariyê bidin min û nîşan bidin?ζΞ∀Ω 11:47, 28 sermawez 2011 (UTC)
Ghybu, niha wan kodên te tevlî MediaWiki:Common.js bikim? Amade ye ne wisa? —Gomadapeyam 12:20, 1 berfanbar 2011 (UTC)
Pêş de, li vira biceribîne…--Ghybu 11:30, 1 berfanbar 2011 (UTC)
Niha, here vira: Ser Înfoboksê îkona "Nexşe" heye → 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh / 37.91083; 40.23667 (Nexşe).--Ghybu 11:48, 1 berfanbar 2011 (UTC)
Min dît, bi rastî rind çêdibe. Lê hinga me wergera kurdî ji bo navên bajar, gund hwd. çêkirin wê rindtir bibe.—Gomadapeyam 12:50, 1 berfanbar 2011 (UTC)

Ghybu, em dikarin li ser nexşeya orjînal xwediyê navên kurdî bin? Niha, dema em li nexşeyê dimeyzênin navê tirkî li ser bajarên kurdistanê ye û hinga tu bi mişka (mouse) xwe diçe ser nav ya kurdî jî xuya dike. Lê heke em herin li OpenStreetMap wergera kurdî bikin, navê her derî wê bi kurdî xuya bike? —Gomadapeyam 14:55, 1 berfanbar 2011 (UTC)

Erê, ew fonksiyona heye. 1) Hesabekî nû çêke 2) Here ser navê bajar/gund (mînak: Nazimiye) 3) Edit (mînak: click on Nazimiye/house) 4) Here ser "Advanced" (bin rûpel) 5) Key (double click) → name:ku û Vlue (double click) → Qisle
Bnr. jî: Key:name--Ghybu 19:34, 1 berfanbar 2011 (UTC)
Hinik nav bi kurdî ne (DYA, Tûnis, Yewnanistan, Korêya Bakur, …) Şevbaş--Ghybu 00:54, 2 berfanbar 2011 (UTC)

Peywndîy Wikipediya Kurdîyekan[biguherîne]

Em katetan baş. Be daxewe cyawazîy şêwezarekani Kurdî buwete hoy kem bûnewey peywendîy Kurdekan. Hemûman xerîkî xebatîn bo yek armanc bellam brrê car le akamekanî zehmetekan u ezmûnekanî yektir bêxeberîn. Peywendîy Wikipedya Kurdîyekanîş zor keme. pêşnyar dekem perreyek çê bkeyn bo peywendî û pirsyar bo bekarhêneranî Wikiyekanman. Be yarmetî yektirewe detwanîn pere bdeyn be zanyarîyekanî cugrafiya, çand, huner, şêwezarekan, nawdaran û xebatkaranî Kurdistan u zor zor babetî dîke. Zor spas--ئاسۆ 17:34, 27 sermawez 2011 (UTC)

Hemû katetan baş hevalê hêja. Birastî pêşniyara te zor girîng e. Kêmasiyeke mezin e ku me heta êsta bi hevdu re pêwendiyên xwe geş nekirine. Em dikarin rûpelekê ji bo nîqaşên di navbera xwe de çêkin. Emê wê rûpelê li Dîwana xwe zêde bikin. Bila ew tenê ji bo danûstendinên me û braderên me yên bi hemû ziman û zaravayên kurdî diaxivin re be. Bi vî awayî em dikarin alîkariya hevdu bikin.—Gomadapeyam 19:15, 27 sermawez 2011 (UTC)
Yes check.svg Çêbû binêre Kurdîgeh.—Gomadapeyam 16:15, 28 berfanbar 2011 (UTC)

Guftûgo, giftûgo, wutûwêj, gotûbêj û nîqaş, behs, gengeşî[biguherîne]


Gelî hevalan, roja we bi xêr be! Pêşniyar û behsa guherandina peyva "guftûgo" (giftûgo, wutûwêj...) bo "gotûbêj" û "nîqaş" (behs, gengeşî...?) li rûpela min hat kirin. Hûn jê re çi dibêjin? Li vir pêşniyarên xwe binivîsin, dû re em dikarin biguherînin, baş e?

Guftûgo --> Gotûbêj
Rûpela min a Guftûgoyê --> Rûpela min a Gotûbêjê, Gotûbêja min?
Nîqaş --> Gotûbêj, Behs? Gengeşî??

Silav --MikaelF (nîqaş) 07:54, 29 avrêl 2012 (UTC)

Gotûbêj[biguherîne]

Silav ji bo li cihê niqaş an guftûgo, gotûbêj bi kar nahênin? Niqaş erebiye û guftûgo jî farsiye, binêre:
Farsî: Guften (guft) + firman (go) => guftûgo
Kurdî: Gotin (got) + firman (bêj) => gotûbêj
Di kurdiya soranî de herwesa dibêjin witûwêj, binêre:
Witin (wit) + firman (wêj) => witûwêj
Wişeya kurdî çêtire heta erebî û farsî!
--ÇalakGotûbêj 12:03, 27 avrêl 2012 (UTC)

Gotûbêj baştir e, heger nîqaş bi erebî be. --Bablekan (nîqaş) 08:29, 28 avrêl 2012 (UTC)
Nîqaş erebiye (نِقاش). Heke pêwîste dikarin rapirsî bikin.--ÇalakGotûbêj 21:00, 28 avrêl 2012 (UTC)
Bi rastî ez dibê qey peyva guftûgoyê di nav kurdan de pirr nayê bikaranîn. Jixwe weke hevalê Çalak jî daye xuyakirin, bêhna kurdîtiyê bêhtir ji Gotûbêjê tê. Herwiha divê neyê jibîrkirin, ne gengaz e ku em hemû peyvên biyanî ji kurdî derxin.--Gomada (nîqaş) 11:02, 29 avrêl 2012 (UTC)
Ez nebêjim kurdî dibe 100% pakij be, ez dibêjim heta peyva kurdî heye ji bo peyva biyanî? Di badînî de (li başûrê kudistanê) Gotûbêj zêdetir dê bikaranîn heta kurmancî, mînak soranî ku dibêjin Witûwêj. Fars an ereb dibêjin Gotûbêj heta em jî bibêjin Guftûgo (گفتوگو), Behs (بحث) an Nîqaş (نِقاش)?!--ÇalakGotûbêj 15:57, 29 avrêl 2012 (UTC)

Hevalno, ji ber ku gengeşiya me bê encam nemîne, ez dixwazim, pêşniyara hevalê Çalak bi cih bînim. Herwiha ne hewceye em du peyvên cuda bikarbînin. Lewma li wîkiya îngilîzî jî , ji bo nîqaş û guftûgoyê tenê peyva talk tê bikaranîn. Heke hûn ne pejirînin, dîsa jî em dikarin nîqaş bikin (: Di vê navberê de, ez dixwazim dîsa bêjim, peyvên weke nîqaş û guftûgo wê di jiyana me de bin, lê dibê ku rojekê nevîçirkên me ji jiyana xwe paqij bikin (: —Gomadapeyam 21:26, 18 gulan 2012 (UTC)

Talk Namespaces li Bugzilla tên wergarandin…
Pirsek: bi kurdî, Bikarhêner gotûbêj / Şablon gotûbêj an Gotûbêj bikarhêner / Gotûbêj şablon?--Ghybu (gotûbêj) 00:29, 19 gulan 2012 (UTC)
Gotûbêja bikarhêner / Gotûbêja şablon raste mînak kurdiya soranî: Witûwêjî bekarhêner / Witûwêjî darrêje.--ÇalakGotûbêj 09:49, 19 gulan 2012 (UTC)


Pêşniyar: Nîqaş → Gotûbêj[biguherîne]

Namespaces / Bugzilla: Bug 37436

Wîkîpediya (ku.wikipedia), Wîkîfeheng (ku.wiktionary), Wîkîpirtûk (ku.wikibooks), Wîkîgotin (ku.wikiquote)

  • {{ns:Talk} → Nîqaş => Gotûbêj
  • {{ns:User talk}} → Bikarhêner nîqaş => Gotûbêja bikarhêner
  • {{ns:Project talk}} → Wîkîpediya nîqaş => Gotûbêja Wîkîpediyayê
  • {{ns:Category talk}} → Kategorî nîqaş => Gotûbêja kategoriyê
  • {{ns:Template talk}} → Şablon nîqaş => Gotûbêja şablonê
  • {{ns:File talk}} → Wêne nîqaş => Gotûbêja wêneyî
  • {{ns:Help talk}} → Alîkarî nîqaş => Gotûbêja alîkariyê
  • {{ns:MediaWiki talk}} → MediaWiki nîqaş => Gotûbêja MediaWiki
  • {{ns:101}} → Portal nîqaş → Gotûbêja portalê
+ Wîkîferheng (ku.wiktionary):
  • {{ns:101}} → Pêvek nîqaş => Gotûbêja pêvekê
  • {{ns:103}} → Nimînok nîqaş => Gotûbêja nimînokê
  • {{ns:105}} → Portal nîqaş => Gotûbêja portalê


Nav guherandin (translatewiki.net)

Deng dan[biguherîne]

Şablon: {{erê}} / {{na}} / {{notr}} / {{şîrove}}

Pictogram voting comment.png Şîrove Tu dikarî vana yek yek kontrol bikî, tu jî dizanî kurdiya min ne rind e ("Gotûbêja MediaWiki"?)…--Ghybu (gotûbêj) 14:05, 6 pûşper 2012 (UTC)
Pictogram voting comment.png Şîrove Ez dizanim, min kontrol kir. Ez li ser "Gotûbêja MediaWiki" fikirîm, lê li ti derî MedyaWîkî/Wîkîmedya nehatiye nivîsandin. Lewma min tiştek negot. Gelo em biguherin?—Gomadapeyam 14:08, 6 pûşper 2012 (UTC)
Pictogram voting comment.png Şîrove Bi îngilîzî çêtir e!--Ghybu (gotûbêj) 15:33, 6 pûşper 2012 (UTC)
  • Pictogram voting support.svg Erê. Min ev sererast kir: Gotûbêja wêneyê --> Gotûbêja wêneyî, yan jî Gotûbêja wêne --MikaelF (gotûbêj) 15:09, 6 pûşper 2012 (UTC)

"çep û rast" bo "left û right"[biguherîne]

Silav hevalno
gelo em di wêneyên xwe de parametre bo right û left rast û çep bi kar naynin?--15:15, 6 pûşper 2012 (UTC)

Stêrk ji bo gotaran[biguherîne]

Silav, gotareke din heye ya ku bi dîtina min gelek bash û rêkûpêk e û ji zû ve min dixwest stêrkekê bidimê; ew gotara Xelfetî (navçe) ye. Ghybu tu çi dibêjî? Dema te xwesh be --MikaelF (nîqaş) 06:45, 5 adar 2012 (UTC)

Erê gotarekî baş e … Dîsa jî, bi min, di gotarê de beşên "Erdîngarî", "Dîrok", "Aborî", "Çand û huner" pêwîst in…
Em jî tiştên vitira (Wîkîpediya:Gotarên baş) (an jî vitira (Wîkîpediya:Gotarên bijarte- {{Gotara bijarte}})) çêkinê û dengê xwe bidinê? Hûn dizanin…
Mînak: Di "Wîkîpediya:Gotarên baş/Xelfetî (navçe)" de dengê xwe bidin. Ez nikanim çêkim, zimanê min ne rind tu jî dizanî :) Silav--Ghybu (nîqaş) 14:50, 5 adar 2012 (UTC)
Slav hevalno, ez jî bi destûra we tevlî nîqaşê dibim. Bi ya min heta komeke hevalên kontrolker nebe, ne rast e ku em stêrkan bidin gotarên xwe. Divê em bi rêk û pêk gotaran kontrol bikin û piştre ji xebatkara bipirsin. Mixabin niha mirovên ku tenê karin bi vê ve mijûl bibin di wîkiya me de nîn in.--Gomada (nîqaş) 14:56, 5 adar 2012 (UTC)
Qasî ez dibînim hevalên ku 'gotara hefteyê' hildijêrin hene. Cima 'stêrkek' an jî navnîsanek ji bo gotarên hefteyê naye avakirin? Bi vî havî gotarên hefteyê karin wiha bên nîsankirin ku mêvan zanibe ev gotareke hilbiajrtî bû. Naxwe, sablona 'Gotarên bijarte' wiha kare bê bikaranîn. We got ci? Meqset, bila mêvan (kurd an biyanî) zanibe ku di nava Wîkîpediya kurdî de jî gotarên 'bas' hene :) --Ferrus (gotûbêj) 12:32, 10 pûşper 2012 (UTC)

Universal Language Selector[biguherîne]


Universal Language Selector
Extension:Narayam
ULS ji bo zimanê kurdî

Ji bo alfabeya kurdî ya latînî van metodan bixwazinê: Yes check.svg Kurdî hYes check.svg Kurdî trX mark.svg Translîterasyon

Kurdî h[biguherîne]

Yes check.svg  Nav: Kurdkî h / Kurdî h

Hûrek Girek
s hş s h hsh S h / S HŞ S h hSh S H H / S h HSH
c hç c h hch C h / C HÇ C h hCh C H H / C h HCH
x h x h hxh X h / X H X h hXh X H H / X h HXH
h h h h hhh H h / H H H h hHh H H H / H h HHH
u uû u u uuu U u / U UÛ U u uUu U U U / U u UUU
e eê e e eee E e / E EÊ E e eEe E E E / E e EEE
i iî i i iii I i / I IÎ I i iIi I I I / I i III
  • gh → ẍ (ghh → gh) // Gh → Ẍ (Ghh → Gh)

Mînak: Ji bo vê sîstema, dema ku hûn Sh dinivîsin tîpa Ş derdikeve, eger hûn Sh dixwazin Shh tê nivîsandin (h du caran)...
Pêşniyarên çêtir hene? Tîpên din jî pêwîst in (Îî, Ûû, Êê)?--Ghybu (gotûbêj) 20:14, 23 pûşper 2013 (UTC)

Heke binivîsin Sh tîpa Ş tê nivîsandin, em çawan Shh binivîsin? (Sh+h → Şh)--ÇalakГотубеж 01:16, 24 pûşper 2013 (UTC)
Na,"Sh+h" → "Sh" ji ber kû Ş + h (Shh) → Sh (min li jor nivîsandîbû)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC)
Pirsgirêk çêkirana van peyvan e: "şh" "çh" lêbelê ew peyvan di kurdî de pir tunin... (dîsa jî tê çêkirin: Sh_+h → Ş_h → Şh)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC)
Li vir ser zimanê esperantoyê biceribîne (Esperanto h) (c+h → ĉ; ĉh (chh) → ch; ch_h → ĉ_h paşê bike ĉh)--Ghybu (gotûbêj) 08:34, 24 pûşper 2013 (UTC)
sh → ş (shh → sh) / Sh → Ş (Shh → Sh)
ch → ç (chh → ch) / Ch → Ç (Chh → Ch)
xh → ẍ (xhh → xh) / Xh → Ẍ (Xhh → Xh)
Ya dawîn, gh → ẍ (ghh → gh) / Gh → Ẍ (Ghh → Gh) ne bêtir e? Lê belê, ew çi ye? --MikaelF (gotûbêj) 09:13, 24 pûşper 2013 (UTC)

Pêşniyara min:

  • sh → ş (shh → sh) / Sh → Ş (Shh → Sh)
  • ch → ç (chh → ch) / Ch → Ç (Chh → Ch)
  • xh → ẍ (shh → xh) / Xh → Ẍ (Xhh → Xh)
  • hh → ḧ (hhh → hh) / Hh → Ḧ (Hhh → Hh)
  • uu → û (uuu → uu) / Uu → Û (Uuu → Uu)
  • ii → î (iii → ii) / Ii → Î (Iii → Ii)
  • ee → ê (eee → ee) / Ee → Ê (Eee → Ee)

--ÇalakГотубеж 10:23, 24 pûşper 2013 (UTC)

Spas, Ji bo tîpa "ẍ" (gh → ẍ (ghh → gh)) pêşniyara MikaelF bêtir e... Na?--Ghybu (gotûbêj) 10:30, 24 pûşper 2013 (UTC)
Na, ez gh → ẍ hez nekim ji ber ku li kurdî de ẍ bi x nêzîke ne bi g.--ÇalakГотубеж 11:22, 24 pûşper 2013 (UTC)
Ji ber ku tîpa "Ẍẍ" wekî (şûnda) tîpa "Ĝĝ" tê bikaranîn. Nerînên bikarhênerên din jî hewce ne...--Ghybu (gotûbêj) 11:26, 24 pûşper 2013 (UTC)
Bila her du be, hem gh → ẍ û hem jî xh → ẍ; wisa baştir niye?--ÇalakГотубеж 11:31, 24 pûşper 2013 (UTC)
Yek rind e... Ez jî metoda "xh" hez dikim; metoda "gh" li gorî tîpa zimanê tirkî hatiye çêkirin.. Dîsa jî, nerînên bikarhênerên din jî hewce ne.--Ghybu (gotûbêj) 11:52, 24 pûşper 2013 (UTC)
Raste, li tirkî dinivîsin Ğğ her boye gh → ẍ lêbelê li kurdî dinivîsin Ẍẍ yanî xh → ẍ kurdîtire.--ÇalakГотубеж 12:00, 24 pûşper 2013 (UTC)
Bo bikarhênerên ku klavyeya tirkî bikar tînin, ı → i, i → î pêwîst in an na? xh → ẍ bo çi kurdîtir e, min fehm nekir. Gh bi gelek zimanan berî afirandina alfabeya tirkî hatiye bikaranîn bo غ a erebî û di pey de bi soranî ji layê Taufiq Wahby û C.J. Edmonds ve dihat bikaranîn. Silav --MikaelF (gotûbêj) 12:21, 24 pûşper 2013 (UTC)
Li zimanên din dengê ẍ wek g dibêjin (Afghanistan → Efganistan) her boye gh dinivîsin, lêbele li kurdî dengê ẍ wek x dibêjin (baẍ → bax) her boye xh kurdîtire.--ÇalakГотубеж 12:41, 24 pûşper 2013 (UTC)

──────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────── Niha rind e? Û çi nav pê ve kinê: "Kurdî h" ? Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 14:29, 24 pûşper 2013 (UTC)

xh ji bo çêdibe. Gh hertim ji bo ẍ naye bikaranîn. Mînak; en:Bahman Ghobadi û li wîkiya me, Behmen Qubadî hatiye nivîsandin. Lê di klavyeyan de g û h li pey hev in. Ev jî avantajeke ji bo bikaranîna bilez.—Gomadapeyam 18:53, 25 pûşper 2013 (UTC)

Agahdarî[biguherîne]

Bi vê methoda çêkirina "çh", "şh", "ẍh", "ḧḧ", "îî", "êê", "ûû" pirsgirêk in, lêbelê peyvên witira pirr tunin.
Dîsa jî tên çêkirin, mînak ji bo "şh" û "îî":

  • sh_h → ş_h → ("valahiyê" rakin) → şh
  • ii_ii → î_ î → ("valahiyê" rakin) → îî
    • Ji bo "îîî": îî_ii → îî_î → ("valahiyê" rakin) → îîî
    • hwd...

--Ghybu (gotûbêj) 09:14, 6 tîrmeh 2013 (UTC)

Zor başe, spas.--ÇalakГотубеж 09:21, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
Dibe ku te min rind fêm nekir Bişirîn Li vir "_" valahî ye (nîşana _ nîne). Paşê tu xwe "valahiyê" radikî, otomatîk nîne--Ghybu (gotûbêj) 11:51, 6 tîrmeh 2013 (UTC)
Ps: Otomatîk rind e (î_î → îî; û_û → ûû; ş_h → şh, ...)?--Ghybu (gotûbêj) 12:04, 6 tîrmeh 2013 (UTC)

Kurdî tr[biguherîne]

Klavyeya tirkî (Q klavye)
Klavyeya tirkî (F klavye)

Yes check.svg  Metod ji bo klavyeya tirkî:

Nav: Kurdkî tr / Kurdî tr

Hûrek Girek
ğ Ğ
ıi
iî İÎ
öê ÖÊ
üû ÜÛ
h h h h hhh H h / H H H h hHh H H H / H h HHH

Pêşniyara min:

  • ı → i (ıı → ı)
  • i → î (ii → i) // İ → Î (İi → İ)
  • ü → û (üü → ü) // Ü → Û (Üü → Ü)
  • ğ → ẍ (ğğ → ğ) // Ğ → Ẍ (Ğğ → Ğ)
  • ö → ḧ (öö → ö) // Ö → Ḧ (Öö → Ö) (?)
  • ee → ê (eee → ee) / Ee → Ê (Eee → Ee)

Bila du metod be, zerer nekin! --ÇalakГотубеж 16:57, 24 pûşper 2013 (UTC)

Ez jî wek Çalak difikirim. Lê jiber ku em herfa "ê" pir kar tînin, şunda "ö → ḧ" ez "ö → ê" pêşnîyar dikim:

  • ı → i // I → I (I ya mezin bixwe heye)
  • i → î // İ → Î
  • u-U bixwe heye, guherandin hewce nake
  • ü → û // Ü → Û
  • ğ → ẍ // Ğ → Ẍ
  • ö → ê // Ö → Ê
  • hh → ḧ (hhh → hh) // Hh → Ḧ

Eger du metod hebe, bila pêşnîyarên heval Çalak jî li zêde bin. Neribij (gotûbêj) 14:39, 25 pûşper 2013 (UTC)

Navê "Klavyeya tirkî" ne rinde, ez hez nakim peyva "tirkî" hebe.--ÇalakГотубеж 20:10, 25 pûşper 2013 (UTC)
Çima? "Klavyeya romî" çito ye Çav miçandin?--Ghybu (gotûbêj) 20:20, 25 pûşper 2013 (UTC)
"Kurdî tr" çawane? Baştir niye?--ÇalakГотубеж 20:26, 25 pûşper 2013 (UTC)
  • @Neribij @Çalak: Guherandinan (ıı → ı; üü → ü; öö → ö; ğğ → ğ) rakim?--Ghybu (gotûbêj) 11:02, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
Çima?--ÇalakГотубеж 11:05, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
Li jor xwastina Neribijê binêre (tîpên "ı", "ü", "ö" û "ğ" di alfabeya kurdî de tûnin û tîpa "i" bi "ı" derdikeve)... Û bi vê metoda peyvên "ii", "îî", "ûû", "êê" û "ẍẍ" dernakevin lêbelê mîrov dikarî tîpên tirkî jî binivîsî. Nizanim kîjan çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 11:18, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
Bi bawerê min tîpên tirkî ne pêwîste.--ÇalakГотубеж 11:22, 5 tîrmeh 2013 (UTC)
Yes check.svg  Min rakir...--Ghybu (gotûbêj) 12:48, 5 tîrmeh 2013 (UTC)

Translîterasyon[biguherîne]

X mark.svg Ne hewce ye

Kurdish converter routines (+)
Alfabeyên kurdî
Existing Kurdish alphabets

Tîpên erebî (klavyeya erebî) → Tîpên kurdî ya latînî:

  • (Pêşniyar?)

@Çalak: Metoda translîterasyon hewce ye?--Ghybu (gotûbêj) 18:49, 25 pûşper 2013 (UTC)

Bra Ghybu ji nêrîna min ne pêwîste, ji ber ku her kes alfabeya erebî dizane, alfabeya latînî jî dizane; dikare metod "Kurdî h" bikarbihîne.--ÇalakГотубеж 19:26, 25 pûşper 2013 (UTC)

Wikimedia commons[biguherîne]

Çawa e hun navê Wikimedia commonsê bikin Wîkîembar; herwekî ya farsî? Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 11:38, 19 tîrmeh 2013 (UTC)

Common Locale Data Repository (CLDR)[biguherîne]

en:Common Locale Data Repository

Niha Bug 46235 tê çêkirin, binêre [6] û [7]. Bizane dikarî çê bikî?--ÇalakГотубеж 22:44, 24 tîrmeh 2013 (UTC)

Spas, Ji bo tîpên "ḧ" û "ẍ" çi bikinê... Tevlî tîpên "h" û "x" bikin (bê beş)--Ghybu (gotûbêj) 08:02, 25 tîrmeh 2013 (UTC)
Pirsgirêk çiye?--ÇalakГотубеж 16:40, 25 tîrmeh 2013 (UTC)
Di alfabeya kurdî de şûndên tîpên "ḧ" û "ẍ" ku derê ne? (gotûbêj) 07:01, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Paş "h" û "x". Kek Ghybu em nikarin hemû pitên kurdî çê bikin, dive kû alfabeya zimanên din bi kar bihînin. Binêre Bug 52015. Kîjan alfabe bi kurdî nêziktire? Tirkî, Romanî, Fransî an …?--ÇalakГотубеж 08:37, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Dizanim Bişirîn, "ḧ" û "ẍ" di nav alfabeya kurdî de ninin... CLDR bi kurdî pêwîst e...--Ghybu (gotûbêj) 10:04, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Em dikarin CLDR bi kurdî çê bikin? Çawan?--ÇalakГотубеж 10:46, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Vitira (mînak fa)--Ghybu (gotûbêj) 11:17, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Dikarî ji bo wîkî ku û ckb çê bikî? Heke ne, dive ku hizrik bikin.--ÇalakГотубеж 11:23, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Min guhdarî dikin Bişirîn? Te va xwand? « Justification: Provide justification for your change. Citations should be to authoritative pages on the web, in English. »--Ghybu (gotûbêj) 11:27, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Tu çi kir guhdarî kir?--ÇalakГотубеж 11:39, 26 tîrmeh 2013 (UTC)
Erê, rast e Bişirîn Silav--Ghybu (gotûbêj) 11:53, 26 tîrmeh 2013 (UTC)

────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────────Pêwîste em çi bikin?--ÇalakГотубеж 14:45, 26 tîrmeh 2013 (UTC)

Requests for comment/Rename of Kurdish Wikipedia[biguherîne]

Sorry for writing this in English, and perhaps not placing this notice on the appropriate pages - please translate into your local language and do with it however you think is best.

This notice is to inform you that the requests for comment discussion page opened up on Meta-Wiki as linked above has been closed as unactionable for lack of consensus given the appropriate timespan. The last comment died out on 10 June 2012, as indicated by the timestamp at the bottom of the page, followed by another user's minimal comment when they happened to stumble across it. If however you would like to restart the discussion, feel free to reopen it, but please make sure to link back to any discussions found here so that the people at Meta-Wiki can better reevaluate the situation, and whether or not there is consensus to rename this wiki. If a positive result is achieved in favor of renaming, then perhaps we can contact the devs using bugzilla:30376 again, but be advised that the current bugzilla ticket at bugzilla:19986 indicates this may take a long time to accomplish, even if consensus was reached in that time.

That concludes this message from Meta-Wiki. And again, apologize for writing in English, please translate as you find appropriate. TeleComNasSprVen (gotûbêj) 05:17, 7 reşemî 2014 (UTC)

en:wikt:Appendix:Indo-Iranian Swadesh lists (extended)[biguherîne]

Please add variant word of you languages in this list.--Kaiyr (gotûbêj) 08:28, 17 gelawêj 2014 (UTC)