Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/23'ê reşemiyê
Ji Wîkîpediya
Bûyer
- 1903 - DYA'yê ji rêveberiya Kûbayê kendava Guantanamoyê kirê kir.
- 1942 - Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên japonan qeraxên Kalîforniyayê dane ber bombeyan.
- 1945 - Şerê cîhanê yê duyem: Bajarê Poznańê yê Polonyayê bi hevkariya polon û sovyetan ji destê naziyan hate rizgarkirin.
- 1966 - Li Sûriyê darbeya leşkerî pêk hat û hikûmet hate guhertin.
- 1980 - Ayetula Xumênî di derbarê rehîneyên li konsolxaneya DYA'yê de got; biryara rewşa wan wê ji aliyê parlementoya Îranê ve were dayîn.
- 1988 - Pêla dawî ya Enfalê li dijî hêzên YNK'ê li Silêmaniyê destpê kir. Li Dola Cafê (Cafetî) li dijî kurdan tevkujî pêk tê.
- 1991 - Şerê Kendavê: Hêzên bejahiyê yên amerîkan ser tixûbê Erebistana Siyûdî re ketin nav erdên Iraqê.
- 1999 - Serokê PKK'ê Abdullah Öcalan li Tirkiyeyê bi îddaya îxaneta li dijî welêt hate darizandin.
Jidayîkbûn
- 1899 - Erich Kästner, nivîskarê alman
- 1940 - Kamer Genç, parlementerê Dersimê yê dijberî kurdan
Mirin
- 1848 - John Quincy Adams, serokdewletê 6em ê DYA'yê