Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/6'ê adarê
Ji Wîkîpediya
Bûyer
- 1902 - Real Madrid hate damezrandin.
- 1921 - Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
- 1949 - Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
- 1957 - Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
- 1983 - Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
- 1987 - Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
- 1987 - Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
- 1994 - Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.
- 1995 - Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
- 2007 - Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1806 - Elizabeth Barrett Browning, helbestvana îngilîz
- 1928 - Gabriel García Márquez, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1900 - Gottlieb Daimler, endazyar û karsazê alman
- 1973 - Pearl S. Buck, nivîskara xwediya Xelata Nobelê
- 2005 - Hans Albrecht Bethe, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê