Wîkîpediya:Gavên pêşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurtenav:
WP:GP

Guherandinên hêsan[çavkaniyê biguhêre]

Gav Tişta tu dikî Ya ku çêdibe

1
 
Biçe Wikipedia:Leyîstin (eger tu pencereyeke din vekî, tu dikarî hem vê alîkariyê bixwînî hem jî bileyîzî û biceribînî).

Rûpela "Leyîstin" tê nîşan dan. Tê de nivîsên kesên din hene.


2
 

"biguherîne" hilbijêre, ev li jor e.
Di bin pencereya spî de lînkeke bi navê "Alîkarî ji bo guherandinê" heye, tu dikarî vê wek çavkanî di pencereyeke nû de vekî.

Rûpeleke nû tê nîşan dan. Tê de naveroka "cihê leyîstinê" heye. Dibe ku tê de çend nîşanên sosret anku ecêb hebin, navê wan yê îngilîzî "tag" e. Ev ji bo şekldan û girêdana gotaran girîng in. "Tag"ên herî girîng li vê derê (Şekildan) û li vê derê (Girêdan) tên vegotin.


3
 
Çend tiştan biguherîne û tikî ser "Qeyd bike" bike.

Niha rûpel hat qeyd kirin û ji her kesî re bi rengê tu niha dibînî wê bê nîşan dan.

Lînk û rûpelên nû[çavkaniyê biguhêre]

Schritt Tişta tu dikî Ya ku çêdibe

1
 

Careke din tikî ser "vê rûpelê biguherîne" bike û nivîsekê di nava van tîpan [[]] de binivîse, wek mînak [[Dengbêj]]. Tikî ser "berê temaşa bike" bike û li encamê binêre.

Li vir çend alîkariyên me ji bo bikarhênerên Macintosh hene.

Niha mirov lînkeke ji bo rûpela Dengbêj dibîne. Ger bi vî navî gotarek nebe tu bi vê lînkê tê ser rûpeleke vala ku tu dikarî binivîsî, ger gotareke bi vî navî hebe, wê demê tu bi vê lînkê tê ser wê gotarê.


2
 
Ger nivîsa ku dê were nîşandan ne wekî sernivîsa gotarê be, wisa dê were nivîsîn:
Zebeşên [[Amed|Amedê]] gelekî xweş in, ....
(Cîhê nîşana "|" ku sernav û nivîsa tê nîşandan ji hev cihe dike li gor klaviyeyan tê guhertin). De biceribîne: tikî ser "vê rûpelê biguherîne" bike, deqa li jor binivîse û pêlî "berê temaça bike" bike.

Niha nivîsa li jor tê dîtin:
Zebeşên Amedê gelekî xweş in, ...


3
 

Niha lînkekê li ser rûpelekê çêbike ku hêj tunebe: [[Ev rûpel hêj tune]]

Ev lînk êdî bi rengê sor tê nîşandan, ji ber ku bi vî navî hêj tu gotar tunin. Wisa xuya dike: Ev rûpel hêj tune


4
 

Tikî ser lînka sor bike.

Dê rûpela nivîsandina gotara nû bê nîşandan. Tê de haydariyên li jêr hene:
"Ev rûpel hîn tune.
Eger tu bixwazî vê rûpelê çêkî, dest bi nivîsandinê bike û piştre qeyd bike. Cesûr be, biceribîne!
Ji bo alîkarî binêre: Alîkarî.
Eger tu bi şaştî hatî, bizivire rûpela berê."


Di bin van haydariyan de jî cîhekî ji bo nivîsîna gotarê heye.