Wîkîpediya:Nûçe/05-03-2012

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  • 5'ê adarê - Ala Rengîn Konferansa ziman a neteweyî: Li bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkê 200 zimanzanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansa zimanê kurdî hate lidarxistin. Piştî sê rojên danûstandinên konferansê, biryarên weke alfabeyeke yekgirtî û standartkirina her zaravayî hatin girtin.
  • 5'ê adarê - Rûsya Li Rûsyayê hilbijartinên serokatiyê: Duh li Rûsyayê ji bo peywira şeş sala ya serokdewletê nû, hilbijartin pêk hatin. Li gorî encaman Vladîmîr Putîn bi rêjeyeke nêzîkê %60'î deng bi dest xistin û ji bo cara sêyem berê xwe da qesra Kremlînê.
  • 5'ê adarê - Iraq Li Iraqê êrîşa çekdarî: Li gorî agahiyan, li parêzgeha Enbar a Iraqê li dijî hêzên ewlekariyê yên iraqî êrîş pêk hat. Di encamê de yek ji wan serkomîser, tevde 27 polîsan jiyana xwe ji dest daye.