Wîkîpediya:Nûçe/2012

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
2012
2011Arşîva nûçeyên Wîkîpediya2020

05-03

  • 5'ê adarê - Ala Rengîn Konferansa ziman a neteweyî: Li bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkê 200 zimanzanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansa zimanê kurdî hate lidarxistin. Piştî sê rojên danûstandinên konferansê, biryarên weke alfabeyeke yekgirtî û standartkirina her zaravayî hatin girtin.
  • 5'ê adarê - Rûsya Li Rûsyayê hilbijartinên serokatiyê: Duh li Rûsyayê ji bo peywira şeş sala ya serokdewletê nû, hilbijartin pêk hatin. Li gorî encaman Vladîmîr Putîn bi rêjeyeke nêzîkê %60'î deng bi dest xistin û ji bo cara sêyem berê xwe da qesra Kremlînê.

22-02

  • 22'ê reşemiyê - Ala Rengîn Li Kerboranê hestiyên zarokên winda: Li gorî agahiyan piştî kolandina du cihên li gundê Tîriwa qoq û parçeyên hestiya hatine dîtin. Herwiha parçeyên cilan ku di cihê kolandî de hatine dîtin, ji aliyê birayên qurbanê bûyerê Seyhan Doğan ve hatine teşhîskirin ku ew cilên wî ne. Li gundê Tîriwa li gorî cihên ku şahidên bûyêrê nîşandane, kolandin didome.
  • 22'ê reşemiyê - SwêdBaşûrê Kurdistanê Sepana alfabeya kurdî: Li Swêdê bi hevkariya şaredariyên Vasteras û Amedê, sepana fêrkirina alfabeya kurdî ya ji bo zarokan hate sazkirin. Bername weke ABC kurdî hatiye binavkirin. Ev sepan li ser IPhone û IPadan dixebite û bikarhêner dikarin vê sepanê belaş daxin.

17-02

15-02

  • 15'ê reşemiyê - TirkiyeAla Rengîn Binçavkirina kurdan didome: Li gorî agahiyan di sê rojên dawî de 431 kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine binçavkirin. Herwiha ji sedema protestoyên li dijî Roja Reş ku li gelek başarên Kurdistanê û deverên kurd lê dijîn pêk tên de, tê payîn ku hejmara girtiyên kurd wê bêhtir bibe.
  • 15'ê reşemiyê - SûrîRojavaya Kurdistanê Li Kobanê kurdan êrîşî hêzên rejîmê kir: Li gorî agahiyan merasîma defnkirina ciwanê kurd ê bi navê Ferûq Îsa yê ji aliyê hêzên rejîma Sûrî ve hatî kuştin, gel êrîş bire ser baregeha Ewlehiya Hêzên Asmanî û serokê baregehê kuştin.