Wîkîpediya:Rêveber/Hilbijartin 2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berendamên Rêveberiya Wîkîpediya kurdî 2011[çavkaniyê biguhêre]

Hevalno, ka Rêveberiya Wîkîpediya me? Heke deng ji wan dernekeve, ev bikarhênerên ku Wîkîpediya me bi awayekî nemandîbar pêş ve dibin, ez pêşniyaz dikim ku emê ji wan re mafê rêveberiyê (Admin) bidin.

Hûn çi dibêjin? --MikaelF 12:27, 24 pûşper 2011 (UTC)

Bi ya min Wîkiya me yê bi wî awayî bêtir biserûber be û guhastina hin karên teknîkê jî yê hêsantir be! Çima nebe ew bikarhênerên te pêşniyar kirine û tu jî tevayî hûn giş karên xweş dikin. A bi wî teherî min jî fikra xwe beyan kir. Ji we hemûyan re qewet be hevalno!--Bibliophile 17:39, 24 pûşper 2011 (UTC)
Biborin ez naxwazim bibim admîn, lewra zanîna min nîne. Mirov barek girt ser xwe divê bike jî. Tirsa min ew e ku ez nekaribim bikim. Zû de ye nedihatim vir nizanim kîjan heval jêhatî ye û karê admîntiyê rind dike. Bo kekê MîkaelF ez dengê xwe didim lê nizanim ew berendam e yan na?
Hêjano Wîkîpediya me qet nabe, ne înstîtu, ne sazî, ne ti kesekê alîkariya me dike. Ez sedemê dizanim lê naxwazim li vir bêjim lewra sedem polîtîk e û ev der jî ne cihê polîtîkayê ye. Di nava hefteyekê de wîkîya me ya kirmanckî (zazakî) hejmara gotarên xwe ji 3-4 hezarê kir 10 hezar. Ez nabêjim em wisa bifirrin û lîstokan bikin lê ji me re eyb e ku hejmara gotarên me hema 100 hezar jî nîne.
Ez formûl û çareyê dizanim lê nahêlin. Hûn ê niha bikenin bêjin kê nahêle, ew jî problema we ye:) Xwelî li serê înstîtu, zanîngehên kurd be, bêjim çi. Heger we fêhm kiribe ku çima ew nakin, hûn ê hinekê jî ji min fêhm bikin. Heya em ji 1 milyon gotarê derbastir nekin ji me re eyb e em qala xwe bikin. Ev şerma sazî, komele, partî, dezgehên kurd e. Xema yekê jî nîne kurdî.
Xelk li ser navê wîkîpediyaya xwe şahiyan lidardixin, komeleyan ava dikin, pêşbirkan organîze dikin. Min bi tesadufî li welatek Ewropa dît, mamoste erka malê didin xwendekaran ku li ser bajarên wan gotaran binivîsînin, gotarên hene têkûz bikin di wîkî de. Min li welatek jî gelekên din, cureyên din bihîst. Ê me jî bijî-bijî ye. Tûrê me vala ye, ji derew, vir, ziran e. Serê we neêşînim.. --Bablekan 15:04, 27 pûşper 2011 (UTC)
Hevalê Bablekan , em hemû ji bêxweyîtiya Kurdî bêzar in. Lewma çi ji destê me were divê em bikin. Di derbarê admîntiyê de , kesek ji me ne bêkêmasiye. Jixwe em Gotar-nivîsên Kurd li vir ji 10'an nabûrin. Lewma em nikarin bêjin , ez nikarim an ew nikare. Divê heta ji me were em bikin. Mînak 5 admîn xuya dikin lê hevalê bangin,webmaster û ewê din ê bi tîpên erebî nivîsandî ne aktîf in. Hevalê Luqman nizanim ji kengî ve neketiye Wîkî û dimîne Erdal Ronahî .
Ev heval jî mijul xuya dike. Herwiha em nikarin hemû barî bavêjin ser milê hevalekî an du hevalan. Wekî min di destpêka Wîkî de jî nivîsîbû: Çiqas hevalên admîn û burokrat hwd. hebin başe. Dibe ku hevalên admîn demeke dirêj nekevine Wîkiyê. îcar hewcebûna gotar-nivîsan bi tiştna çêbibe kî ye bê alîkar? Divê her tim hin admîn hebin. Heme heftiyê carekê jî bikeve Wîkî û sererastkirina bike bes e. Em nikarin bêjne mirovên li vir , ka çima hûn karê xwe nakin? Ji ber ku ev tişt karê xwestî ye ne yê mecburî ye. Bêhtir dirêj nekim.
Min pêşî jî gotibû . Ez dixwazim Hevalê MikaelF , Ghybu û Bablekan bibin admîn. Heke ez jî werim pejirandin ezê tişta ji destê min were bikim. Lê wekî min gotî em sonda tiştekî li vir nadin.
Mebesta me alîkarî û pêşdexistina zimanê me ye. Hêvîdarim hemû heval wê bi vê boneyê bifikirin û biryara xwe bidin. —Gomada 22:20, 27 pûşper 2011 (UTC)
Salvete hevalno!,
Ez jî nikarim fêhm nikim, çima nivîskarên kurd hewqa ji taybetiya zimanê dayikê xeber didin, lê belê kesek ji wa tu gotarek di Wîkîpediyayê de ne afiraye. Kane ew peyvên dûrûst, kane taybetiya zimanê kurdî?...Hevalno, wekî Bablekan anî ziman, tu qedrê Wîkîpediya me, li ber wan Wîkîyên din tune ye. Di wîkîya me de kêm gotar hene(Ez jî zav dixwazim, lê belê ez di Wîkîferhengê de kar dikim û nikarim bikarhêner Matrimonium, Ferhengvan tenê bihêlim. Bi min heval Ghybu, Bablekan, Gomada layiqî admînîyê ne.
Hevalno, ez fêmh nakim çima ciwanên me ji zimanên xwe hewqa heznakin. Pêşvebirina zimanê kurdî û wîkîya me di destê ciwanên kurd de ye, ji ber ku kal û pîrikên me ji kompûterê fêhm nakin, lê belê ciwanên me, erê ciwanên me, kompûterê zû ve naz dikin û karin wê bikarbînin û ew karin hinek gotaran biafirînin, û kesên (weka Ghybu, Erdal Ronahi) ku di warê kompûter-teknîkê de (înformatîk) bash bin karin alîkariya me bikin.
Di vê havînê de bi izna Xwedê ezê dîsa bizivirim Wîkîpediyayê. Ez xwewa we a tenik xira nekim. spas. Şevbaş //George Animal// 20:06, 27 pûşper 2011 (UTC)
Dîsa silav
Hevalno hinek şîroveyan ji ez dixwazim li vir der barê Ghybu, Bablekan û Gomada binivîsînim, ji ber ku ez wvan şîroveyan zav weka girîng dibînim. Hevalno, bi deh-bîst gotaran mirov li gorî polîtîqayên Wîkipediyayê mirov nikare wisa rehat bibe admîn, weka heval Bablekan gotiye, ji ber ku ew mirovên ku namzetiya xwe danîn ne, an jî namzetiya wan ji terefî heval MikailEF hatine danîn, divê ji teknîkê fêhm bikim(Ez ji Ghybu re vê nabêjim, ji ber ku ew xwe di van pirsgirêkên Wîkîpediyayê de zav nasdike.). Lê belê kurdîya heval Ghybu ne zav baş e û zanîbûna ziman zav li vir zav pêwist e.
Lê belê ez ne dijî namzetiya wî me, mê şaş fêhm nekin! Koordînator divê pirsgirêkan nîqaş/şîrove bikin.Lê belê heval Ghybu kare di tenê di warê teknîkî de kar bike û wisa bibe admîn, eger ku ew bixwaze. Û niha Bablekan:çiwa heval Bablekan di nivîsa xwe a li jor anî ser lêvê/ziman, ew di warê teknîkî de zav ne baş e. Mînak kategoriyên vê rûpelê bi binkategoriyên din de nehatiye girêdan, û ez jî wî pirsî, û ew got ku ew di sîstema kategorîzekirina peyêv di Wîkîpediyayê de zav ne baş e, ji ber ku ew zû ve ne aktîv bû û sîstem niha hinek hatiyê guherandin.
Heval Gomada , gelek spas ji bo gotarên wî, lê belê çema ez dîtim ku, hinek kêmasiyên heval Gomada hene/an jî hebûn(ez vê nikarim bêjim), ji ber ku ev şîroveyên/nîqaşên xwe ên ew di rûpela nîqaşê de dinivîsîne, îmze/dax nake.
Û admîn divê vê zanibin. înşelleh heval Gomada vê di pêşerojê de ji bîr nake û bi kar bîne.
Ez ji 100% ji bo heval Ghybu me û ji bo heval Bablekan û gomada ev vê nizanim. Qexet be ji we we hemû kan re. Silav.//George Animal// 07:23, 28 pûşper 2011 (UTC)
Sila hevalên hêja,
We endamên nomîne kir, lê belê di vî karê de hebûna burokratekî jî roleka herî girîn dilîze. Eger ku heta burokratek xwe nîşan nede, kesek nikare bibe admîn, ji ber ku tenê burokratek kare yekî bike admîn/koordînator/admînistrator, û ev heval jî Erdal Ronahi ye û ew niha ne aktîf e. Silav--//George Animal// 13:26, 5 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Kurte-bîrxistin û pêşniyarek[çavkaniyê biguhêre]

Erê ji ber nebûna admînan îcar navê xwe bikin Evdirehman, temam:) Lê hêjano em qedrê admîntî, birêveberî yan admînîstratoriya Wîkiyê jî nexin. Çi bikin waye admînên me xwe veşartine yan jî barên wan bi giran e, nikarin. Pêşniyara min: Ji vir şûnde kê dixwaze bibe admîn, divê herî kêm ji teknîk û trafîka Wîkî bizanibe û 5.000 gotaran binivîsîne. Ango herî kêm divê 5.000 gotaran bi xwe binivîsîne (guhertin ne tê de). Em bi viya ala kedê bilind xwedî dikin, riya kedkaran vedikin, fîlozofiya Wîkî û dab-nêrîtên kurdî diparêzin. Em wisa nekin qûça me hildiweşe, debara me xirab dibe. Li gundê me malbatekê dewlemend hebû, zilam (bav) xeta kir, zarokên xwe nedida xebitandin. 7-8 lawên wê wisa ji xwe re tûncikên xwe li ba dikirin, li dîlanan digeriyan. Bav hemî jî dan zewicandin. Bav mir, zarok perîşan bûn, nikaribûn jin-zarokên xwe xweyî biki. Mala wan xirab bû. Hin çûn li Stenbolê wan nexweş ketin. Ti tiştekê wan nema. Ev dersên jiyanê ne, hemî jî dizanin. Niha li vir bavê me, admînên me ne. Divê ew riya xebatê bidin ber me. Me neelimînin teralî û tûncikbakirinê. Admîn divê bibin xweşmînak ji me re û paşerojê bibînin, xwedî lê derbikevin. Bi serê Wîkîpediyayê bikim, ez fedî dikim xwe wekî admîn bidim pêş. Lewra bi rastî jî newêrim, nizanim. Sibeyê hûn ji min memnûn nebin, ev min diêşîne. Dîsa jî hûn dizanin. Rica dikim, daku hûn jî bo normên bingehîn ên admîntiya me gotinên xwe bêjin. Çima kekê MîkaelF ne endam e? Ez ê niha dengê xwe jî bikarbînim. Du deng jî nabin, bi ya min dengek bes e.. --Bablekan 12:09, 4 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Bila dengê xwe bidin rêveberan[çavkaniyê biguhêre]

Dengdan 3'e tîrmehê dest pê kir û wê 9'ê tîrmehê saet li 15:29 bi dawî bibe.

Admînistrator[çavkaniyê biguhêre]

Bablekan (g · b · a)[çavkaniyê biguhêre]

Gomada (g · b · a)[çavkaniyê biguhêre]

Burokrat[çavkaniyê biguhêre]

MikaelF (g · b · a)[çavkaniyê biguhêre]

Done: closed as promoted to both admin and bureaucrat. fr33kman 07:22, 17 tîrmeh 2011 (UTC)[bersiv bide]

Girêdanên derve[çavkaniyê biguhêre]