Wîkîpediya:Wîkînûçe/Gül: Pirsa Tirkiyê ya herî giring pirsa kurd e

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe


Şemî, 9'ê gulanê 2009 - Raya giştî yaTirkiyê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül minaqeşe dikê. Gül di dema vegera xwe ji Pragê li ser pirsên rojnamevanan bi awayekî gelekî vekirî pirsa kurdî weke giringtirin pirsa Tirkiyê binav kir û wiha axifî: ” We divê jê re bêjin pirsa terorê, ya Başûrê Rojhilat, yan ya kurd, ev giringtirîn pirsa Tirkiyeyê ye. Mesela me ya yekê ev e. Mutleq divê bê çareserkirin.” Gül da zanîn ku rewşeka cudatir a nuh heye û firsendek ketiye dest ku lazim ew firsend neyê revandin. Li gor serokê DTPEhmed Turk binavkirina pirsgirêkê bi navê rast baş e û wî bi hêvî dikê.