Wîkîpediya:Wîkînûçe/Hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe


Pêncşem, 14'ê gulanê 2009 Hate îdda kirin ku hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bûye.

Li gor lekolîneke zaningeha Oxfordê kabîleya han beriya 50 hezar salan ji Efrîqa derketine bi pêyatî û ji vir ser Rojhilata Navîn, ji Deryaya Sor û ser Mezopotamya û Enedol derbasî Ewrûpayê bûnê.

Li gor vê lêkolînê tê texmîn kirin mirovên ku derveyî Efrîqayê dijîn hemû ji derdora 200 kesên ku ji Efrîqayê derketina çêbûne û belav bûne.

Kesên ji wê qebîleyê pêşî li parzemîna Asyayê belav bûn û piştre derbasî Ewrûpayê bûne. Stephen Oppenheimer a zanyarê genetikê dibêje "Li gor bi hezaran DNA ku em ser wan xebitinê mirovên ku derveyî Efrîqayê dijîn ji qebîleyeke biçûk ku ji Efrîqayê belavî cîhanê bûne, çêbûne".