Wîkîpediya:Wîkînûçe/Pilingên tamîl dawî li şerê çekdarî anîn?

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe


Duşem, 18'ê gulanê 2009 Ji aliyekî ve tê îdîa kirin ku piştî 25 salan Pilingên tamîl (LTTE) dawî li şerê çekdarî li dijî dewleta Srî Lanka yê anîne û dawiya berxwedana çekdarî îlan kirine. Li aliyê din nûçeyên şer di navbera arteşa Srî Lanka yê û Pilingên tamîl tên. Piştî operasyonek pênc mehan ya artêşa Srî Lanka yê Pilingên tamîl ku ji 1983'a ji bo azadiya gelê tamîl li bakur-rojhilatê Srî Lanka yê şer dikin bi peyameke ku roja yekşemê di malpera nêzîkî xwe Tamilnet hate belav kirin bi gotina "ev berxwedan gihişt dawi xwe ya tahl" wiha dan xwiya kirin ku dawî li berxwedan xwe anîne: "Me biryar da ku çekên xwe rawestînin." Hate gotin ku ji ber ku gelê sîvîl ê tamîl bi bombe û ji ber nexweşiyan û birçîbûnê tê kuştin, tene ev biryar ji wan re maye. Serokê Srî Lanka yê Mahinda Rajapakse jî roja Şemî yê serkeftina xwe li dijî Pilingên tamîl îlan kiribû, lê paşê artêşa Srî Lanka yê da xwiya kirin ku wan hemû sivîl ji destê Pilingên tamîl rizgar kirine û "şerê dawî" berdewam dikê. Di vî şerê 26 salan de bi hindikayî 70.000 mirovan jiyana xwe ji dest dan.