Wîkîpediya:Kurdîgeh

Ji Wîkîpediya
(ji WP:KG hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Flag of Kurdistan.svg
Kurdîgeh
Kurden2.jpg

Tu bi xêr hatî Kurdîgehê! Ev rûpel ji bo nîqaşkirin û parvekirina hemû mijar û ramanên di navbera xwişk û birayên kurd ên di derbarê pêşdexistin û alîkarîkirina hevdu ya li ser Wîkîpediyayê ye. Dema tu bixwazî beşdariyê bikî ji kerema xwe têkeve û dîroka şandina xwe binivîse (mîna ~~~~ ) an jî ji beşa guhertina amûran bişkoka îmzeyan bitikîne).

Be xêr bêy bo Kurdîgeh. Em perre bo wituwêj û derbrrînî bîrurra leser pêşxistin û hawkarîy Wîkîpîdiya Kurdîyekan pêk hatûe. Tkaye be elfubêy Latînî û eger detwanî be şêwezarî Kurmancî lem perreyeda beşdarî bke.

Kurtenav:
WP:KG

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Agahdarî

Silav xwişk û birayên hêja, me ev beş ji bo danûstendina di navbera kurdên me yên li hemû wîkiyên kurdî (soranî, kirmanckî, kurdiya başûr, dimilî) de kardikin re vekiriye. Hûn dikarin, pirsgirêk, raman û nêrînên xwe li vir parve bikin. Bi vî awayî em dikarin ji bo pêşdexistina wîkiyên me alîkariya hevdu bikin.—Gomadapeyam 16:05, 28 berfanbar 2011 (UTC)

[biguherîne] Daway wergêrran

Sllaw hevallan. Tkaye gotari پەڵک کوردینووس wergêrrnewe bo Kurmancî. Eger braderêk zehmetî wergêrrani xudî bernamekeş bkêşêt zor memnûn debim. Bo dagirtinî: Download. Dîsan Supas. --Aso 19:00, 28 berfanbar 2011 (UTC)

Slav hevalê Aso, agahiya bi tîpên latînî heye? An jî bi zimanekî din? Pêwîst e hevalên bi tîpên erebî dizanin alîkariya me bikin.—Gomadapeyam 13:15, 4 rêbendan 2012 (UTC)
Bi alîkariya Pellk Kurdî Nûs 4.0, ev agahî bi tîpên latînî bi vî awayî xuya dike:

Pellk kurdînûs amrazêkî hellgirtnî, sekoserbest û serçawe kraweye bo gorrînî elfubêkanî kurdî û standarkirdnî îwnîkodekan û tayp kirdnî kurdî be şêweyekî derhêll û xêra. Pellk kurdînûs projeyekî nermamêrîy azade û berhemî "damezrawey pellk bo bernamedarriştin"e. Kurdînûs perreyekî HTiMLe û tenya wêbgerrêkî pêwîste. Kodekey têkellawêke le tagekanî HiTMiL û şêwazekanî CSiS û kodekanî JavaScript. Xanexwê em proje SourceForge.net e û le jêr molletnamey GPiLdaye. Pellk kurdînûs be rûkarî kurdîy nawendî û îngilîzî leberdestdaye. Dwayîn weşanî ta kanûnî yekemî 2011 weşanî 4.0 e.

Beşekan
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy latînî bo elfubêy 'erebîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy standardî latînî (elfubêy hawar) nûsrawn bo elfubêy standardî 'erebî, bo nmûne, pellk bo pellk. Akam be tewawî guncawe legell standardî îwnîkod bo zmanî kurdî.
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy 'erebî bo elfubêy latînîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo elfubêy hawar, bo nmûne pellk bo pellk. Pêş em gwastnewey elfubêye kirdarî "beyunîkodkirdin" encam edrêt kewaye eger deqeke be şêwaze nastandardekan wek fontekanî 'elî yan fontekanî dîlan yan texteklîlî pêşûy kurd aytî grûpîş nûsrabêt bêkêşe degwazêtewe bo latînî. Dekrê em beşe wek amrazî tayp kirdnîş bekarbihênrêt çun dekrê tenya be pîtekanî îngilîzî hemû pîtekanî elfubêy 'erebîy kurdî bnûsrêt. (Wek gih bo xi , ee bo ê û hitd)
  • Beyunîkodkirdin: standardkirdnî pîtekanî elfubêy 'erbîy kurdî. Yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane be fonte nastandardekanî elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo pîte drustekanî zmanî kurdî le îwnîkodda. Em beşe betaybet bo wêb zor bekardêt. Bo nmûne be fontekanî 'elî (jmareyek fontî berhemî 1997 ke hêşta brrê car bekardêt çunkû pêwîstî be damezranî texteklîlî kurdî nîye) taypkrawe: tavge ke deqî standardikrawekey debê be: tavge. Herweha ew deqaneş ke be texteklîle nwêtrekan wek kurd aytî grûp nûsrawn lewaneye le çend pîtêk wek "e" û "h" standard nebin. Eger deqeket be fontekanî dîlan (jmareyek fontî nastandardî kurdîy berhemî KurdSoft.com) taypkrawn le hellbjardekanda debê "be fontekanî dîlan nûsrawe" çalak bkeyt. Gorrandinî jmarekan bo jmare 'erebîyekan be destî bekarhênere.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy latînî . Yarmetî dedat bê ewey texteklîlî kurdîy latînî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be latînî tayp bkeyt. Bo ew pîte taybetaney kurdî ke le îngilîzîda nîn (ê û î û û û çi û ş) be rîz ee û ii û û û cih û sih tayp dekrê. Eger pîte gewrekanî îngilîzî bkarbihênrêt ekamîş pîte gewrekan debêt, bo nmûne: EE yan Ee bo Ê.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy 'erebîy kurdî. Bê ewey texteklîlî kurdî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be elfubêy 'erebî tayp bkeyt. Le hellbjardekanda sê dîmenî texteklîle heye bo hellbjardin ke brîtîn le:
    • Bakûr (baştre bo ewaney be texteklîlî latînî QWERTiY 'adetyan kirduwe)
    • Rojhellat (baştre bo ewaney be texteklîlî farsî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî farsî lêdrawe)
    • Başûr (baştre bo ewaney be texteklîlî 'erebî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî 'erebî lêdrawe).
Besterî derekî
  • Perrey projey pellk kurdînûs le mallperrî SourceForge.net
  • Mallperrî damezrawî pellk (lejêr kardaye le serdanî 14/10/2009).
Silav --MikaelF 15:59, 4 rêbendan 2012 (UTC)

[biguherîne] Pergala xebitandinê

slaw, kes kîbordî kurdî latînî heye bo windows 7 ? Hêvar 15:21, 27/1/2012

Silav, Windows bi kurdiya latînî ne hatiye çêkirin (bnr. Wîndowsa Kurdî); Ubuntu (Linux) bi kurdiya latînî ye…--Ghybu 12:51, 27 rêbendan 2012 (UTC)
Sillaw berrêz Hêvar. Le sayti KurdITgroup.org da keyboardî Latînî heye bellam le Windows 64-Bitî kar nakat. Xot detwanî be bernamey "Microsoft Keyboard layout Creator 1.4" yekêk drust bkeyt. Herweha detwanî "pellk Kurdînûs" be kar bênî. --Aso 16:52, 1 reşemî 2012 (UTC)

[biguherîne] Têketin

ezdixazm bbm be endam —(Ev peyama bê îmze ya 109.127.86.191 (y)e • NîqaşBeşdarî)

Silav Bişirîn, Têkeve an hesabekî nû çêke--Ghybu 22:34, 29 rêbendan 2012 (UTC)

[biguherîne] Daxwaziyek ji hemû Kurdan

Dema em li gotarên di derbarê navdarên kurdan de dinêrin, di gotaran de wêneyên bi lîsans kêm in. Li gelek deverên Kurdistanê, peykerên navdarên kurd hatine danîn. Gelo hevalên li welêt nikarin wêneyên wan bikişînin û li wîkî - commonsê bar bikin? Mînak kurdên me yên başûr, ger ez ne şaş bim li Silêmaniyê parka navdarên kurd heye. Wêneyên wan mirovan hatibane kişandin wê pirr baş çêbûbane. Hêvîdarim hemû kurdên derfeta wan heye, alîkariyê bikin. Ji niha ve spas. --Gomada (nîqaş) 20:26, 22 adar 2012 (UTC)

[biguherîne] Hurûfî Gewre

Bo cî le ewwellî nêwekanda hurûfî gewre be kar nahênın/nehênîn? Wek: 'Kurdî' le cêgey 'kurdî' ya 'Avrêl' le cêgey 'avrêl'?
-Odysseus 03:08 16 Apr 2012

Silav, di derbarê bikaranîna tîpên girdek te, tu dikarî li peyama (Bikaranîna herfê mezin (girdek)) hevalê MikaelF binêrî.--Gomada (nîqaş) 17:14, 16 avrêl 2012 (UTC)
Binêre jî: Wîkîpediya:Dîwan#Rêzimanê kurdî--Ghybu (nîqaş) 17:21, 16 avrêl 2012 (UTC)
Amûrên kesane
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran