War

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

War an welat an jî nîştiman navê axa ku mirov jê ye. Ji ber vê yekê jî tê gotin cih û warê mirov. Gotina war, ji dema ji dema hûrîyan maye. Di wê dema hûriyan de jî bi rengê wār û an jî "awar-ra"[1] ji dema hûriyan ji nivîsên bizmarî tê xwandin. Gotina war, gotinaka bi têgihiştinî, ku bahse cihê ku mirov jê ya û lê hatîya dunyê têne ser ziman. Bahsa wê dike. Di kurdî de gotinaka ku bi vê re pirr hatîya nasîn heya. Ew jî, dema ku kurd ji hevdû re diaxivin dibêjin "warê bavûkalan" a. Bi teybetî, di kurdî de jî, weke gotinaka pirr kevn û ku pirr tê nasîn a.

Car bi car jî, ji dêla ku bipirsin û biêjin ku ka ´tû ji kuderê yî?´, dihat gotin "tû ji kîjan warê yî" jî. Ev gotinên ku di nava gel de li kurdistanê ku pirr dihatina nasîn bûn. Di nava jiyane civakan de, hin gotin bi demê re pirr zêde tênbikarhanîn. Bi wê re jî, ew pirr baş tên nasîn. Gotina ´war´ û an jî ya ´warê bavûkalan´ yek ji wan gotinan a, ku pirr tên nasîn in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]