Wefayî
Ji Wîkîpediya
Wefayî (* 1844 li Mahabad; † 1902) bi navê xwe yê malbatî Evdirehîm e, yek ji helbestvanên navdar ên kurd e.
[biguherîne] Jiyan
Di ciwaniya xwe de perwerdeya olî dibîne û wekî sofîyekî deng dide. Sê caran diçe heca misilmanan. Di dawiya temenê xwe de li Silêmanîyê bicih dibe. Di heca xwe ya dawî de nexweş dikeve, li ser tixûbê Sûrî û başûrê Kurdistanê, jiyana xwe jidest dide.
Yek ji helbestvanên dîwana kurd a klasîk e, bi forma klasîk dinivîsîne. Pirranî bêjelawkî (xezel, lawik, kilam, kewş) û beytkî (dûlge) helbest ristiye. Li ser evîn û xwezayê rawestiyaye. Di hin helbestên wî de mîstîk û sofîzma îslamê jî xwe dide der. Bi soranî nivîsiye, li ser kurdên başûr û rojhilatê bandoreke mezin hîştiye.
Bandora xwe li ser helbestvan Hejar jî hîştiye.
[biguherîne] Çavkanî
- Wafaei in The history of the Kurdish Literature, pp. 347-379, By: Dr. Marouf Khaznadar, Aras Publishers, Hewler, Iraqi Kurdistan, 2004 (in Kurdish).