Wezareta Ewlekariya Komara Çîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wezareta Ewlekariya Komara Çîn (WEKÇ), (bi çînî: 中华人民共和国国家安全部/中華人民共和國國家安全部, Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó Guójiā Ānquánbù) wezaretak bo ewlekariya Çîn peywridar e ye. Navê saziya sîxuriya derveyî ya Çîn e.

Wezareta Ewlekariya Komara Çîn
中华人民共和国国家安全部 Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó Guójiā Ānquán Bù


Saziya sîxuriyê ya herî mezin a cîhanê ye. Endamê saziyê xwedî mafê binçavkirin, lêpirsînê ye jî. Ev yeka han pirranî ne karê saziyên sîxuriyê ye. Armanca saziyê wekî hemî saziyên din ên cîhanê, sîxurî (îstîhbarat) e.

Çîn li dinyayê xwedî rê û teybetiyeke mezin e. Çîn xwe wekî xwediyê îdeolojiya Mao dibîne û dixwaze serokatiyê ji bloka welatên serbixwe re bike. Herwekî dixwaze mezintiya xwe ya cografîk, gelheyî û aborî bo berjewendiyên xwe bikarbîne û xwe biparêze.

Armanc û fîlozofiya WEKÇê parastina berjewendiyên Çîn li seranserê cîhanê ye. WEKÇ, gelek caran ji aliyê saziyên mafê mirovan ên rojavayî ve tê rexnekirin ku mafê mirovan binpê û êşkenceyê dike. Saziyê xwe wekî 12 şaxan bi rêxistin kiriye.

Ew jî wekî saziya sîxuriyê ya Dûgela Rom (Dewleta Tirk), xwe di nava însiyatîfên civakî de vedişêre (Heyva Sor a Tirkiyê, komeleyên olî, turîzm, rojnamevanî hwd)

Modela rêxistina WEKÇê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bûroya yekemîn: Beşa sereke - Navxweyî welat
  • Bûroya duyemîn: Beşa sereka - Derveyî welat
  • Bûroya sêyemîn: Beşa sereke, Hongkong, Aomen, Taywan
  • Bûroya çaremîn: Teknîk
  • Bûroya pêncemîn: Agahiyên navneteweyî
  • Bûroya şeşemîn: Pêşîlêgirtina sîxuriyê
  • Bûroya heftemîn: Komkirina ceribandin û derfetan
  • Bûroya heştemîn: Lêgerîn û lêkolîn
  • Bûroya nehemîn: Domandin û şopandin
  • Bûroya dehemîn: Agahiyên zanistî û teknîkî
  • Bûroya perwerdeyê
  • Şaxa lêpayîn (panêrî) û nirxandinê (监察与审计科/監察與審計科 jiānchà yǔ shěnjì kē)

Sê bûroyên din ên derbarê wan de kêm agahî hene:

  • Stasyona giştî (办公厅/辦公廳 bàngōng tīng)
  • Beşa polîtîk (政治部 zhèngzhì bù)
  • Komîsyona partiyê (党委/黨委 dǎngwěi)