Will Durant

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Will Durant
William Durant û Ariel Durant (1930)
biguhêreBelge

William James Durant ( jdb.5ê çirya paşîn 1885 ; m.7ê çirya paşîn 1981) fîlozof, dîroknas û nivîskarê amerîkan ku digel jina xwe Ariel Durant bi nivîsîna kitêba navdar ya The Story of Civilization berniyas e. Wî ji bo giştîkirina ramanên felsefeyê bo nav xelkî bizavkir û yek ji wan kesan bû ko ji bo mafên jinan gelek xebitî.

Jînenîgar û berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Will li Adamsa Bakur li wîlayeta Massachusettsê ji daybabên bi koka xwe fransî-kanadayî hat dinyayê. Dêûbavên wî (Joseph Durant û Mary Allard) ji wan Kobekiyan bûn ko ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mişext bûbûn.

Li 1990î ew ji aliyê Îsewiyan li Akademiya Saint Peter û paştir jî li sala 1905an li Zankoma Saint Peter li bajêrê Jersey li Nû Jersey hat perwerdekirin. Ew bû sosyalîst û li sala 1907an xwendina xwe dawî kir. Wî wekî peyamhinêr ji bo New York Evening Journalê ya Arthur Brisbaneî kar kir. Wî heftiyê deh dolar distandin. Wî di wê rojnameyê da gelek salix li ser tawankarên guhnêlê (sexual criminals) nivîsîn.

Li sala 1907an, wî heyamekê jî li Zanîngeha Seton Hall a Nû Jerseyê dersa fîzîk, latîn, înglîzî û endazeyê dida. Her di wê demê da ew karmendekê kitêbxaneya zanîngehê jî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]