Willy Brandt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Willy Brandt (1980)

Willy Brandt (jdb. 18ê kanûna pêşîn a 1913 li Lübeck - m. 8ê çiriya pêşîn a 1992 li Unkela Rhein, navê berê: Herbert Ernst Karl Frahm), siyasetmedarekî sosyaldemokrat ê alman bû. Sala 1971ê Xelata Nobel a Aşitiyê dane wî.

Di rewşa xetereyî ya şerê cîhanê yê duyem de direve Norwêcê. Li dijî sazûmaniya nazî ya almanan têdikoşe. Bi ketina artêşên almanan a Norwêcê re, îcar diçe Swêdê. Bi têkçûna nasyonalsosyalîstan re, vedigere welatê xwe. Ji ber ku wî navekî din lixwekiribû û ji hemwelatiya Almanya hatibû derxistin, bi qasî demekê dijwariyan dibîne. Li balyozxaneya Norwêcê ya Berlînê dixebite. Sala 1949an wekî parlamentar tê hilbijartin û jiyana wî ya parlamentarîzmê jî dest pê dike. Serokşaredariya Berlînê, serokatiya SPDê wezîrtiya karê derve û serokwezîrtiya Almanyayê dike. Yek ji avakerê YEyê tê binavkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]