Xaşîla çortanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xaşîla çortanê, helîse/lepeya çortanê yan gorî Cemşîd Bender pelûla çortanê xwarineke herêma Amedê ye lê li gelek deveran tê xwarin.

Pelûl di wateya lepeya bi dimsê (mot) hatiye çêkirin e. Cemşîd Bender çima ev xwarin wekî pelûl binavkiriye ne diyar e. Lewra dims nakeve viya. Dibe ku demekê dims kî dihatibûye tevlîkirin.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 SA (stekena-qedeha avê) danê hatiye kutandin an kişandin
  • 3 SA av
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 SA çortan
  • 1/2 SA rûnê helandî yê malê
  • 1 KŞ pûjan

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dan pakij bişon, bixaşînin. Xwê pê werbikin û 5 deqe şûnde ji ser agir daynin. Heger ava wê pirr e, bidarivînin, derxûnê bigirin û bi germî wisa demekê bihêlin.

Çortanê bi ava şîregermî nerm bikin, tevbidin bila çortan bibe wekî mastê ron.

Danê li binikên servîsê parve bikin, nava wan vebikin û çortanê berdinê.

Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, pûjanê biqijilînin, berdin ser binikên xwarinê.