Xalîd Begê Cibirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xalîd Begê Cîbranî hat beralîkirin)
Xalîd Begê Cibirî
Jidayikbûn1882 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 nîsan 1925 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bidlîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêCezayê mirinê
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xalîd Begê Cibirî (jdb. 1882 Gimgim - m. 14'ê avrêlê 1925, Bidlîs) damezrîner û serokê Rêxistina Azadîyê bû.[1]

Di sala 1882an de li Gimgima Mûşê hatiye cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e.

Di dibistanên leşkerî yên Osmanîyan de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him lav xaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx e.

Demekî li Filistînê dixebite. Şerê Cîhanê yê yekem de li Xinûsê û Agiriyê, dijî rûsan şer dike. Piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina kurd. Di sala 1920an de wek mîralay li Erzîromê dest bi xebatê dike.

Di sala 1921ê de rêxistina Azadiyê dadimezirînin. Di vî rêxistinê de gelek şêx û mîrên kurdan cîh digirin. Bi taybetî jî, mebûsê Bidlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Ûsiv Ziya jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin.

Di 14ê nîsana 1925an de li Bidlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardekirin.

Ew heya çileya dawî ya 1925an, ango heya dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe xebitî û goncan bi kemalîstan re qebûl nekir. Gorî rojnameyên tirkan ên wê demê û qeydên fermî, li Bidlisê beriya ku wî li sêdarê bidin wiha digot:

“Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyeke mezin, kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin ku sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]