Xalîd Begê Cibirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xalîd Begê Cibirî

Xalîd Begê Cibirî (bi tirkîCibranlı Halit Bey) (z. 1882 Gimgim - m. 14'ê avrêlê 1925, Bidlîs) damezrêner û serokê Rêxistina Azadî bû.

Di sala 1882'yan de li Gimgima Mûşê hatiye cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e.

Di dibistanên leşkerî yên Osmaniyan de dixwîne, dibe mîralay. Ew û Şêx Seîd him pisxaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx e.

Demekî li Filistînê dixebite. Şerê Cîhanê yê yekem de li Erzîromê û Agiriyê, dijî rûsan şer dike. Piştî komkujiya ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina kurdan. Di sala 1920'an de wek mîralay li Erzîromê dest bi xebatê dike.

Di sala 1921'ê de rêxistina Azadiyê dadimezirînin. Di vî rêxistinê de gelek şêx û mîrên kurdan cih digirin. Bi taybetî jî, mebûsê Bidlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Ûsiv Ziya jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin. Lê mixabin hîn derfetên lêkolînên li ser vê rêxistinê nîne û hîn gelek tişt baş nayê zanîn.

Di 14'ê avrêla 1925'an de li Bidlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardekirin.

Ew heya çileya dawî ya 1925’an, ango heya dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe xebitî û goncan bi kemalîstan re qebûl nekir. Gorî rojnameyên tirkan ên wê demê û qeydên fermî, li Bidlisê beriya ku wî li sêdarê bidin wiha digot:

“Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyeke mezin, kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin ku sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”.[çavkanî pêwîst e]

Çavkanî[biguherîne]