Xana Delîlan

Xana Delîlan yek ji xangehên (xanên) dîrokî yên Amedê ye.

Ji aliyê mîrên Kurdan ve di salên 1200'î de hatiye çêkirin. Mixabin derbarê avakirina wê ya pêşîn de agahiyên rastîn nayên zanîn û kêm lêkolîn hatine kirin. Ji aliyê Husrev Paşa ve di sala 1527'î de hatiye temîrkirin. Wekî hoteleke niha, xaneke bêhnvedanê bûye. Rêwiyên diçûne serîlêdana heca Îslamê li vir bêhna xwe vedidabûne.

Angaştek li ser navê xanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku di serdema navîn de ji rêberên komên rêwitiya hecê re wê demê bi Erebî "Delîl" dihatibûye gotin û navê xanê jî wisa maye. Lê di nava gel de gelek binavkirinên wê yê din jî hene: Xirabeyê Heciyan, Xana Husrev Paşa hwd.

Xan li nêzîkî Deriyê Mêrdînê ye. Cihên bo ajalan yek-qatî, yên din du-qatî hatine çêkirin. Ji kevirên reş û spî hatiye avakirin. Li qatên binî dikan hene. Îro xan wekî hotel tê bikaranîn. Di arkîtektiya wê de nexş û ristinên ciwan ên Kurdewarî tên parastin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]