Xanik

Xanik
Dirimpınar
Dîmenek ji Xanika Feyzo
Xanik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xanik
Xanik
Koordînat: 39°12′32″Bk 42°28′36″Rh / 39.20889°Bk 42.47667°Rh / 39.20889; 42.47667
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeMilazgir
NahiyeNordîn (Nûredîn)
Bilindahî
1.580 m (5180 ft)
Nifûs
 (2010)
292[1]
Koda postayê
49400
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Xanik an jî Xanika Feyzo (bi tirkî: Dirimpınar), gundekî bi ser Milazgira Mûşê ve ye.

Li dora vî gundê gelek gund hene û Xanik di nava çend gundên hawirdor de dimîne, ji aliyê erdnîgariyê ve cihekî kort de ye. Xanik wek gundên wê heremê biharan hêşinahî ye ber bi havînê jî çolistan e. Di gund de av heye û diçe her malî jî. Gundê Xanikê li Sîpanê Xelatê dinêre, li milê wiyê rastê jî Çîyayê Qertewînê heye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xanik, di dîrokê de ji gelek karwanan re malûvanî kiriye. Xanik navê xwe ji xanê girtiye. Berê ev gund xan bûye, lê gundiyan van berhemên dîrokî bi awayek nezanî hilweşandine û ji xwe re pê xanî avakirine.

Di sala 1994an de li gundê Xanikê heft mal(Xanî) ji aliyê dewleta Tirk ve hatine valakirin û şewitandin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundî çandiniya xwe wek cureyên nok, nîsk, genim, ceh, kuşne û ket ango nefelê debara xwe dikin. Lê çawa dixwiyê di van salên dawiyê de, gundî zêde pez û dewaran xwedî nakin, li gorî ku xwe li ser lingan bigrin xwedî dikin. Sedema herî mezin ku gundî ji debara xwe ya rojane bêtir pez xwedî nakin ewe, ku di herêmê de ewlekarî kêm bûye û jiber vê jî şivantî êdî li gund zêde nayê kirin.

Binemal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Xanik'ê nêzî 100 malî ye. Piraniya gund ji bilî eşîrtiyê lêzimên hevên gelek nêzin.

Mînakek ji malbatek gund'ê Xanikê.

Ehmed kurê Mistefa ye, Mistefa kurê omer e. omer kurê Temir (Teymûr) e. Teymûr jî kurê Kotele, Kotel jî kurê Eldîne û Eldîn jî, Kurê Mihimede û kurê Hecî Mehmûd e.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2010 292[1]
2008 321[2]
2000 313[3]
1990 ?
1985 ?

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Yerelnet, Dirimpınar, ji orîjînalê di 2 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 gulan 2011