Halil Çavgun

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xelîl Çavgun hat beralîkirin)
Halîl Çavgun

Halil Çavgun, an jî Xelîl Çavgun endamê Komîta Navendî ya PKK'ê bû. Ew di 19'ê gulana 1978'an de li Hîlwanê hate kuştin.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71'ê de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû.

Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate pejirandin[çavkanî hewce ye]. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polês re destêkir, jiyana xwe ji dest da[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]