Xelacî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xelacî
Xelacî
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Azerbaycan
Herêm Astara (Azerbaycan) û Azerbaycana Rojhilat (Îran)
Axiverên zimanê zikmakî 42.100[1]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Kodên zimanê
ISO 639-3 kjf

Xelacî an Hellacî navê zaravayekî kurdî[2][3] yê li Azerbaycan û Îranê tê axaftin e. Xelacî wek zaravayekî kurdî yê îzole tê hesibandin.[çavkanî pêwîst e]

Rewşa sosyolînguîstik[biguherîne]

Xelacî îroyî li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li şehristana Şabestar û li parêzgeha Astara, gundê Şahağac, li başûrê rojavayê komara Azerbaycanê ji aliyê komeke biçûk ve tê axavtin. Ji axivên Xelecî qasî hezar kesan li Azerbaycanê yên din li Îranê dijîn. Xalecî li Azerbaycanê xwediyê tu statuyeke fermî ninin. Pirraniya wan xeynî zimanê xwe yê zikmakî talişî û azerî diaxivin. Heta nifşa nû tenê talişî û azerî diaxive. Jixwe di navbera xelacî û talişî bendekî kin heye. Li Îranê jî xelacî di nava civaka talişan de dijîn. Ji we yekê ye gelek çavkanî xelacî dipêwendînin.

Hevrastiyên bi zaravayên kurdî re[biguherîne]

Ewil Ferdinand Justi diyar kir ku gelekî hevrastiyên xelacî bi dimilî re hene.[4] Ev hevrastiyan ne tenê xwerista ferhengokî (leksik) ne. Ji vî nêrînê de hevrastî û manendî bi hemî zaravayên kurdî re hene. Mînakî paşbendikkirina lekêran wek di dimilî de bi -an'yê tê qedandin. Herwiha pêşbendiken dema bê jî wekî di kurmancî de bi- ne. Daçekên di û de yên ku mirov ji kurmancî nas dike, di xelacî de jî têne bikaranîn. Çend mînak ji xelacî ligel beranberiyên bi kurdî.

Xelacî Dimilî Kurmancî
agir adir agir
kenêk kenêke keç
cîr cêr jêr
îta nika îja
deh dewe gund
ber ber der
kî (ode) keye (mal) ode

Bide ber[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ethnologue: Kalaji
  2. Xelacî, Kurdica
  3. Khalaj, Lingua Món
  4. Ferdinand Justi: Kurdische Grammatik, Adamant Media Corporation 2000