Xerabya

Xerabya
Yenice
Dîmenek ji Xerabya (Serê Kelehê)
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Midyad
Demografî
Gelhe (2010) 18 [1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°22′56″Bk 41°28′33″Rh / 37.38222°Bk 41.47583°Rh / 37.38222; 41.47583
Bilindayî 910 m
Koda postayê 47500
Koda telefonê (+90) 482
Xerabya li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xerabya
Xerabya
Xerabya (Tirkiye)
Map

Xerabya (bi tirkî: Yenice), gundekî navçeya Mêrdînê Midyadê ye.

Niştecihên gundê Xerabya bi tevahîya xwe Êzîdî ne û ji dema destpêka şerê navbera PKK'ê û Tirkiyê, di sala 1984'a de, ji ber zextên dewletê, êrîşên kes û cerdevanên derûdora gund, neçar mane ku gundê xwe biterkînin.

Gundê Xerabya û gundê Taqa, ku gundekî cîran e, ji aliyekî ve pismamê hevin û ji aliyê din ve jî ji rojên berê bûne wekî yekbendî li baremberî gund û eşîrên derûdorên Midyadê. Ji ber vê piştgiriya hevûdin jî bi derketina gundiyên Taqa piştî salên 1990'î û 1992'a, yên ku li gund man ji ber sedemên xweparastinê ew jî hatin gundê Xerabya û li vî gundî bicih bûn. Lê di heman salê da jî dewletê, kes û cerdevanên derûdorê êrişên xwe nesekinandin û zexta li ser gundiyan berdewan kirin. Di sersala 1993'a de, di rêça navbera Xerabya û gundê Mizîzexê êrişêk ji aliyê cerdevan û kesên alîgirê dewletê li deşta Begla yê pêk hat û di encam da kesek bi navê Gewriyê ji gundê Mizîzex ê (şofêr bû), Xelîl Debe ê xerabî û jinek bi navê Nûrê Kaya hatin kûştin, sisê bi giranî neh kes jî birîndar bûn.

Piştî vê êrişê êdi kesên ku li gund mabûn jî neçar man gundê xwe biterkînin û ew jî koçî Ewropayê bûn û îro xerabî bi tevahiya xwe li Almanyayê û çend malbat jî li Belçîkayê dijîn. Vêgavê tu kesê xerabî di gund de nemaye, lê çend malbatên koçer li gund bicîh bûne.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe
2010 18[1]
2000 6[2]
1990 198
1985 638

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yerelnet, Yenice, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 adar 2011