Xerzan

Ji Wîkîpediya

Xerzan hem navê rûbarkê, navê herêmekê ye û hem navê xelkê ku li herêma Xerzan rûdinin e. Herêm wek Deşta Xerzan tê nasîn. Ev deşt geelkî fireh û dirêj e, li Bakûrê Kurdistanê ye, girêdayê bi qeza Misircê (Kurtalan) û parêzgeha Sêrtê ve ye. Piraniya deştê di destê eîşra Pencînaran de ye. Rojhilata deşta Xerzan, çiyayê Gurdilan e, bakûr çiyarêza Hezo û Sasûnê ye, ji aliyû rojavayê ve herêma Reşkotan û çemê Xerzan e, ji aliyê başûr ve jî deşta Apikan û herêma eşîra Elikan e.

Peşiya îslamê de bajarek di nava deştê hebûye bi navê Erzen. Pişti ereb hatin herêmê ji vir re Xerzan hatiye gotin. Xerzan navê rûbareke jî.