Xeze
Xeze
| |
---|---|
Bajar, bajarê mezin û municipalities of the State of Palestine | |
غزة | |
Xeze li ser nexşeyê | |
Koordînat: 31°31′Bk 34°27′Rh / 31.517°Bk 34.450°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Dewleta Filistînê, Îsraêl, Misir, Mandatory Palestine, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, early Islamic period in Palestine, dewleta Memlûkan, Keyaniya Orşelîmê, Împeratoriya Romê, Israeli-occupied territories |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 15an b.z. |
Îdarî | |
• Şaredar | Nizar Hijazi |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 45 km2 (17 sq mi) |
Bilindahî | 30 m (100 ft) |
Nifûs | 590.481 (2017) |
Dem | |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xeze (bi erebî: غزة; bi îbranî: עזה) bajarê herî mezinê di nêv Şirîta Xezeyê de dimeye û ji sala 1994'an virve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Fîlîstînê de ye. Lê ew ji pûşbera sala 2007'an virve wek de facto di bin kargeriya Hemasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xeze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12'an b.z. bi Misira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.
Bi sedsala 6'an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xeze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împeratoriya Partî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98'an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tune kirin.
Ew di dema Împeratoriya Romê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7'an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100'î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170'an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê Memlûkan re heta şerê cîhanê yê yekemîn di dest Osmaniyan de ma. Di 7'ê sermawezê 1917'an de ew bi dest Împeratoriya Brîtanyayê ket.
Ew li vê şunda bi Şirîta Xezê ve tev wek Mandaya Fîlîstînê di dest Împeratoriya Brîtanî de, ta ku di sala 1948'an ji hêla Misirê hat dest xistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan, di dest Misiriyan de ma.
Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xeze îro bi Şirîta Xezeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Fîlîstînê xuya dike jî di bin kontrola Hemesê de ye. Lê ew nêzî saleke ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraêlê de ye. Di êrîşên Îsraêlê ên 27-28'ê berfanbarê 2008'an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.