Xulaman

Navçeya Xulamanê
Alacakaya
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Xulaman

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 12 gund

Gelhe (2008) 8.412[1] kes
Rûerd 318 km2
Berbelavî 26,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 2.896 kes
Koordînat 38°27′45″Bk 39°51′44″Rh / 38.46250°Bk 39.86222°Rh / 38.46250; 39.86222
Bilindayî 1.150 m
Koda postayê 23410
Koda telefonê (+90) 424
Xulaman li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xulaman
Xulaman
Xulaman (Tirkiye)

Xulaman an jî Guleman (?) (tr: Alacakaya) yek ji navçeyên Mezrayê ye. Navê Xulaman di sala 1987 da hatiye qedexekirin. 78 km li başûr-rojavayê Mezrayê dikeve. Di sala 1990 da bûye navçe û bi Mezrayê ve hatiye girêdan. Bilindahî ji rûyê avê 1.150 m ye. Firehiya erdê navçeyê 318 km², hejmara niştecihan nêzîkî 8.700 in (di sala 1997an da). Aborî li ser çandinî, derxistina krom, mermer û xwedîkirina ajalan e. Herwekî karê mozhinguvî jî heye.

Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Herêm ji aliyê madenên binerdî ve gelek dewlemen e. Ji 60 % derxistina krom a dinyayê li Xulamanê ye. Mixabin ji vê dewlemendiyê gelê herêmê sûdwernagire. Gelê herêmê ji aliyê aboriyê ve xizan e. Hemî dewlemendî bi destê fîrmayên dewleta Tirk ji Enqereyê re tên şandin. Mermerê herêmê heya Ewropa belav dibe. Gelê herêmê ji kêmahiya dibistanan, nebirêkûpêkbûna elektrîkê, xerabiya riyan, bêkarî û kêmahiya bijîşkan gilîdar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]