Xwarezmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rûpeleke pirtûka Xwarezmî ya el-Kitab al-muxteser fî hîsab el-cebr we'l-muqabele.

Xwarezmî, el-Xwarizmî an jî Ebû Ebdulla Mihemed bin Mûsa el-Xwarizmî (bi erebîأبو عبد الله محمد بن موسى الخوارزمي, Abū ʿAbdallāh Muḥammad bin Mūsā al-Khwārizmī) (* dora 780; † dora 835 (?) ta 850) stêrknas, matematîknas û erdnîgarnasekî faris bû ko navê beşa matematîkê algorîtma ji navê wî hatiye afirandin.

Jiyan[biguherîne]

Dema jidayikbûna wî ne vebirî ye. Lê texmînî ew di salên dora 780an de li Xwarezmê (îroj bajarê Xiva li Ûzbêkistanê) hatiye dinê û di salên dora 850an de jî çûye rihmetê. Ew nêzî temamiyê jiyana xwe li paytexta ebasî ya Baxdayê derbaz dike. Ew bi taybetî, di navbera salên 813 û 833an de, wexta ko di medreseya xelîfe Me'mûn ya Mala Hîkmetê an jî Beyt el-Hikme (bi erebî: Bayt al-Hikmah) de çalak bû û berhemên xwe bi piranî di wê wextê de nivisîbûn. Dîroknasê erebî et-Teberî wî wek zerdeştî dida zanîn; lê li gorî berhema xwe ya bingehîn, el-Cebr (bi erebî: al-Jabr) jî wek misilman xuye dibe.

Ew yek ji matematîknasên herî mezin ê ko bi xebatên xwe yên ser arîtmetîk û cebîrê têye zanîn.

Berhem[biguherîne]

Di berhema xwe ya bi navê Pirtûka puxteyê li ser hesaba cebîr û beramberiyê (bi erebî: el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele) sala 825an de ew hesabê bi hejmarên dehanî pêşve dixe û sifrê ji Hindistanê têdixe hesaba erebî û hejmarên modern dike. Ev berhema Xwarezmî di 1145an de bi navê Liber algebrae et almucabala ji aliyê wergerê îngilîzî Robertê Chester (navê wî bi latînî Robertus Castrensis bû) ve tê wergerandin zimanê latînî. Orîjînalê wê pirtûkê winda bûye û îroj encax wergerên xwe yên kewn ên latînî mane.

Dîsa ew di pirtûka xwe ya el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele de li ser mantiqê û arîtmetîkê dişuxule û hevkêşeyên lîner (wek ax+c=0) û hevkêşeyên kuadratîk an çarkunc (wek ax²+bx+c=0) dixebite.

Bi daxwaza xelîfe re ew li ser astronomî dişuxule û astronomiya Batlamyûs (Ptolemaios) şirove dike. Wî berhemeke bi navê Pirtûka rûyê erdê (Kitab sûret el-erz) a ko wek nexşeya dinê bû, berhev kiribû. Ew bi hin berhemên xwe li ser Salnameya Julien (Risala fî istixrac terîx el-yahûd), salnameyên bi gelemperî (Kitab et-terîx) û li ser hesabkirina saetên rojê (Kitab er-ruxame) jî xebitîbû. Ew li ser trîgonometrîyê jî şuxuliye.

Tê gotin jî ku Xwarezmî kurd bûye.

Ferhengok[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2