Xweda
Ji Wîkîpediya
(ji Xwedê hate beralîkirin)
Elah an Ela yan jî Ele (bi zimanê erebî: الله - Allah), bi kurdî tê wateya Xwedê yan Xuda û bi taybetî ji aliyê bawermendên Îslamê ve tê bikaranîn. Li gorî misilmanan, peyva Elah taybet e û ji bilî Xwedê seba tu mexlûqî nayê bikaranîn. Loma tu peyveke din nikare wateya wê gişkî vebigire. Lê her dikarin wateyeke wê tenê nîşan bidin. Ji bo nimûne peyva Xwedê ya ku em kurd bi kar tînin tenê wateyek (îlah) ji wateyê Elah pêk tîne.