Xwedawend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xwedawend yan jî êzidok, di dînên çendxudêyî da navê her êk ji wan bûnewerên jisiruştîder ên bihêz û şiyanên ko bihevra an kitkit karek ji karên cîhanê an alîyek ji aliyên xwerisk an siruştî rêvedibin. Di çand ên kevnarên mîna Roman û Yewnanistana kevnare da koma êzidokan anko Êzidan (Yezdan, bi înglîzî: pantheon) di bin bandora êzidokekê xurtir da, mîna Zeus, bûne.

Bi giştî xwedawend li ser awayê mirovan an lawiran dihatin xeyalandin û cihê rêzê, tirsê an peristinê bûne.

Di dînên yekxudêyî da mîna dînên îbrahîmî tenê Xudêyek heye û çi nîşanên xwedawendan namînin. Carina hindek ji wan xwedawendan bi awayê firîşteyan peyda dibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]