Xwepêşandanên li Sûriyê yên sala 2011'an
| Di naveroka vê gotarê de agahiyên rojane hene. Li gorî guherîna bûyeran ev gotar carna dikare were rojanekirin. |
Şoreşa Sûriyê an jî şoreşa azadiyê ya Sûriyê ev xwenîşandanên ku di sala 2011'an de li Sûriyê destpêkirin. Hinek bûyerên derketî yên ku li gorî komara Sûriyeyê geh wek hin operasyonên selefî û dînî û geh ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn rêxistin, ji roja 15'ê adara 2011'an li dijî dewletê derket û li ser dîwaran azadî hatiye nivîsandin li ser banga rûpela Facebookê wekî The Syrian Revolution 2011 (Şoreşa Sûriyê ya sala 2011'an) bi awayekî ku tu carî berî nebûye li dijî Beşar Elesed. Xwepêşandanên Sûriyê di bin bandora şoreşên li welatên ereban yên ku ji destpêka sala 2011'an de dest pêkirin; bi taybetî, ev şoreşa gelên Tûnis û Misirê ya dijî serokê tûnisî Zaynil Elabidîn û yê misrî Husnî Mûbarek.
Serokên şoreşê daxwazên "azadî... azadî..." rakirin lê ji ber ku li himberî gule û kuştina polîs û hêzên ewlekariya Sûryeyê hatin dirûşma xwe guhertin "gel dixwaze pergalê bixe" [çavkanî pêwîst e].