Êzidîtî
Ji Wîkîpediya
Êzidîtî yek ji olên berê yên Kurdan e. Yek ji kevintirîn dînên monoteist e. Bi baweriya Êzdiyan navê Xwedê Ezîd e (ji zimane kurdî ez dan). Navenda Êzidîyan cîhê pîroz Laliş li herêma Şengalê ye.
Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola Êzîdîtiyê ne weke olên rojhilata navîn, mîna cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye. Guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di destpêkê de Êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya perestina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayîzimê tê naskirin. Ola Êzîdiyan olekê êkane ye li hemî cîhanê. Êzîdiyan melekê Tawis heye weki merc`î. Perestgeha wan ya pîroz "Laliş" li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan Tehsîn Beg e û serokê olî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Ba`adrê û Lalişê dimîne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Belavbûn û hejmara Êzîdiyan
Êzîdî kurd in û alîgirên oleke kevnar in. Piranîya Êzîdiyan li Kurdistanê li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê herwiha Êzîdiyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan di nav gelê Kurd de hindike. Hejmara Êzidîyan di navbera 600 hezar û bêhtirî milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Elmanya (30.000) li welatên Rojavayê Ewrûpa jî êdî diasporayeke Kurdên Êzidî heye.
[biguherîne] Koçberî
Piraniya Êzîdiyên Bakûrê Kurdistanê di salên 90î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewlata tirk û PKK cih û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Elmanya û Belçîka bi cih bûn. Êzîdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewiyan Ûkrayna , Rûsya û welatên din li Ewropa. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahîya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk êzîdî ji Başûrê Kurdistanê jî koçberî Ewropa dikin.

