Yûsuf û Zuleyxa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  1. BERALÎKIRIN Şablon:Gotara bêçavkanî

Yûsuf û Zuleyxa qiseyek cihanî ye ku hem di edebiyata rojava hem jî di ya rojhilatê de bûye mijarên berhemên hunerî û edebî.

Ev hikaye ji ber ku di Quranê de jî bi şiklê Ehsenu’l-qesses yanî "hikayeta herî xweş" hatiye bi navkirin, şairên alema îslamî gelek ji wê hez kirine û ew serpêhatî her dem hatiye nivîsîn.

Di edebiyata kurdî ya klasîk de piştî Mem û Zînê, mesnewiya duyem a evînî Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî ye. Selîmî di vê mesnewiyê de li ser uslûb û rêbaza şairên beriya xwe ew hikaye bi şîroveyek serkeftî vegotiye. Şairî ligel vegotinek estetîk, girêdayiyê xal û epîzotên çîrokê jî bûye.

Di nav berhemên kurdî de Yûsuf û Zuleyxa ji hemû eseran zêdetir hatiye kopyakirin û destxetên wê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine îstinsaxkirin. Ev yek, hem îşareta girîngiya vê berhemê diket hem jî bûye sebeb ku di metnê wê de tevlîhevî çêbibin. Jixwe li ser vê mesnewiya muhîm, heta niha bi awayek rêkûpêk û berfirehî nehatiye xebitîn.

Ayhan Geverî bi amadekariyeke dûvdirêj li ser vê berhemê xebitiye û ji dehan zêdetir nusxeyên wê bi dest xistine. Amadekarî ji bilî wan nusxeyan û nirxandina xebatên li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine weşandin, lêkolînek berfireh jî li ser wê hikayeyê kiriye.

Digel wan beşên ewil ên ku agahiyên girîng li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine dayin, di jêrenotên nava metnê de ferqên nusxeyan jî hatine îşaretkirin.

Bi awayekî akademîk bi metnê hatiye edîsyon-krîtîk re di dawiya kitêbê de (faksîmîleya) destxeta nusxeya bingehîn jî hatiye dayin."

Mesnewiya Selîmiyê Hîzanî ya bi navê "Yûsuf û Zuleyxa" bi amadekariya Ayhan Geverî ve derçûye.

Çavkanî[biguherîne]