Yaşar Kaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yaşar Kaya
Siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê kurdan, Yaşar Kaya
Jidayikbûn1938 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 adar 2016 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hewlêr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêOrgan dysfunction li ser wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Kabataş Boys High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yaşar Kaya (jdb. 1938, Qers - 19ê adara 2016an, Hewlêr[1]) Yek ji siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê Kurdan e.

Piştî qedandina dibistana amadeyî li Stenbolê dest bi perwerdeya aborînasiyê li Zanîngeha Stembolê dike. Di sala 1959'î de wekî 49 kes ji ber Kurdbûyîn û xwedîderketina mafên rewa yên Kurdan tên darizandin. Ev darizandin di dîroka Kurdistanê de bi navê "Doza 49an" tê binavkirin. Ev doz 10 salî didome û di vê pêvajoyê de Yaşar Kaya rastî gelek zilm û zordariya sazûmaniya Tirk tê. Di sala 1968î de sirgûnê bajarê Konya dikin. Kaya herçendî karsaz û aborîzanek bû/e jî jiyana wî bi tevayî di xizmeta Kurd û Kurdistanê de diborî/e.

Kaya yek ji endamên damezrêner ên Weqfa Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û PKDW´ê bû. Xwedî û berpirsiyariya yekemîn rojnameya rojane ya Kurd Özgür Gündemê bû. Yekemîn serokê partiya legal a Kurd DEPê bû. Kaya herçendî du caran ji dilê xwe emeliyat bûbe jî, hêj jî li sirgûnê karên xwe yî rojnamegerî, nivîskarî û polîtîk didomîne.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gündem Yazıları
  • Özgür Ülke Yazıları
  • Kürt Portreleri
  • Erbil-Venedik hattı
  • Polemik Yazıları
  • Öcalan'la Konuşmalar
  • Türk Solu ve Kürt Siyaseti
  • Kürt Bilgesi Musa Anter
  • Gotin
  • Midye Kabuğunda Aşk

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]