Yaneya Bernê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yaneya Bernê yan jî Klûba Bernê (bi îngilîzî: Berner Club, bi feransî: Club de Berne, navê xwe ji bajarê Berna Swîsreyê digire) saziyeke saloxgeriyê yî ewropayî (YE, Norwêc û Swîsre) ye ku qerargeha wê li Swîsreyê ye. Gorî hin angaştan sazî wekî Înterpola saziyên sîxuriyê ye[çavkanî hewce ye].

Ji têkilî û alîkariya saziyên saloxgeriyê yên welatên endam derketiye holê û pirranî ji serok û gerînendeyên saziyan xwe birêxistin kiriye. Pirranî welatên NATO û rojavayî tê de cih digirin û navenda xebatên wî li wargehên turîstîk ên Çiyayên Alp e. Heger di nava welatan de pirsgirêkên sîxuriyê yan pêdiviya alîkariyê derket, berpirsiyarên wan welatan wekî turîstên werzişên zivistanî tên avahiyên Yaneya Bernêy ên li Çiyayên Alp û karê xwe dikin[çavkanî hewce ye].

Fikra saziyeke wiha ji ber bêalîtiya Swîsreyê di qada navneteweyî de derketiye holê û tê gotin ku di sala 1971'ê de hatiye damezirandin. Gorî rojnameyên rojavayî vê saziyê dawî li hêzên çepgîr ên radîkal li Ewropa aniye. Wekî mînak RAF (li Almanyayê) û Brîgadên Sorîn (li îtalyayê) nîşan didin[çavkanî hewce ye].

Sekreteriyeka fermî ya saziyê nîne. Diravên tên terxankirin ji welatên endam tên berhevkirin. Salê du car birêkûpêk sazî civînên giştî lidardixe û rojeva têkildariya saziyan û programên xebatê amade dike[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]