Diyarbakırspor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yaneya Diyarbakirspor hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yaneya Diyarbakirspor a futbolê
Agahiyên gelemperî
Sala damezirandinê 1968
Yarîgeh (stadyum) Yarîgeha Ataturk a Amedê (Diyarbakır Atatürk Stadı)
(12.700 temaşevan)
Mayo
Mal
Mêvan

Diyarbakirspor an jî Yaneya Diyarbakirspor (bi tirkîDiyarbakırspor Kulübü) yaneyeke futbolê ya Amedê ye ku di 28'hezîrana 1968'an de hat damezirandin. Tîma kurdî ji 2012'an ve di lîga 3'an de dileyîze.

Yaneya Diyarbakirspor di sala 1968'an de encama yekkirina herdû yaneyên futbolê Diclespor û Yildizsporê hate sazkirin. Lîstikên tîm di yarîgeha futbolê ya Amedê ya bi navê Diyarbakır Atatürk Stadi ku xwedî kapazîteye 12.700 temaşevan e, tên lîstin.

Di demsala 2008/2009'an de yaneya Diyarbakirspor di Lîga 1'ê ya Banka Asyayê ya Tirkiyê de lîst û bû duyemîn û bi vê yekê derkete Lîga Super ya Turkcellê. Di demsala 2009/2010'an de yaneya Diyarbakirspor di Lîga Super ya Turkcellê de dilîzê. Serokê Diyarbakirsporê ê niha Abdurrahman Yakut e[çavkanî pêwîst e].

Di 20'ê gulana 2012'an de ji lîga 2'an ket lîga 3'an[1].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Rûdaw, 148 (2012).