Yaneya Werzişê ya Galatasarayê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yaneya werzişê ya Galatasarayê (bi tirkî: Galatasaray Spor Kulübü an jî Galatasaray) yek ji yaneyên werzişî yên Tirkiyê ye. Navenda wê li Stenbolê ye û bêhtir bi tîma xwe ya futbolê tê nasîn. Wekî zimanê kolankî jê re "Cîm bom" jî tê gotin.
Di sala 1905'î de ji aliyê Ali Sami Yen û hevalên wî ve hatiye damezirandin û heya niha 16 carî şampiyoniya lîga 1'ê ya Tirkiyeyê bidestxistiye. Bi navê Yarîgeha Ali Sami Yen (bi tirkî: Ali Sami Yen Stadyumu), yarîgeheke xwe yî mezin heye.
Yaneya futbolê ya Galatasarayê herwekî di qada YE û navneteweyî de dilîze û heya niha gelek serkeftin bidestxistiye.