Yanka Kupala

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yanka Kupala
Я́нка Купа́ла
Navê rastî
Янка Купала Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Іван (Ян) Дамінікавіч Луцэвіч Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

7ê tîrmeha 1882an
Wyazînka, nêzîkê Mînsk
Mirin28ê hezîrana 1942an (59 salî)
Moskow (Rûsya)
Sedema mirinêFalling from height li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêMilitary cemetery in Minsk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilBelarûsî
HevwelatîÎmperatoriya Rûsî, Belarusian People's Republic, Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Moscow City People’s University
  • Q33228179 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeHelbestvan û nivîskar
Meqam
  • member of the Supreme Soviet of the Byelorussian SSR of the 1st convocation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Uladzislava Lutsevich Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Daminik Lucevič Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Bianihna Lucevič Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xelat
  • Stalin Prize (1941)
  • Order of Lenin (1939)
  • The People’s Poet of Belarus (1925) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yanka Kupala (jdb. 7ê tîrmeha 1882an li Wyazînka, nêzîkê Mînsk; m. 28ê hezîrana 1942an li Moskow, navê berê Îvan Damînîkavîç Lusevîç) dramatîker, weşanger, wergervan û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê ye. Bi tevî Yakub Kolas û Maksîm Bahdanovîç di hişyarbûna neteweyî ya belarûsiyan de roleke sereke lîstiye. Bi belarûsî ji vê pêvajoyê re Ji nû ve bûyîn (Адраджэнне) dibêjin.

Zaroktî û ciwanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke xizan de tê jiyanê. Dema dibistana amadeyî ya gel bidawî dike, di karên cuda de dixebite. Salên 1903/04ê de yekem car bi polonî helbestan diweşîne. Yekem helbesta wî ya bi zimanê belarûsî di kovara Naşa Nîva de tê weşandin.

Êdî helbestvanekî navdar e[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1908ê diçe Vîlnayê di redaksiyona Naşa Nîvayê de dixebite. Helbestên wî di kovarên cuda de tên weşandin. Bi hatine şoreşa Bolşevîkan re demên dijwar jî destpê dikin û ew jî para xwe ji viya digire.

Di şerê cîhanê yê I de wî digirin eskeriyê û di avakirina rê û kolanan de dixebite. Sala 1919ê diçe Mînskê, dikeve xebata avakirina şanoya neteweyî ya belarûsî, zanîngeha dewletê û akademiya zanistiyê. Heman salê yekem hejmara rojnameya Звон (ku.: Cangoçk)ê dertînin ku gerînendeyê giştî yê weşanê Kupala bû. Heya sala 1926ê di gelek kovar, rojnameyan de dixebite yan wan dertîne. Ew herwiha berhemên navdar ên cîhanê jî werdigerîne zimanê belarûsî.

"Ji nû ve bûyîn"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1930yê êdî ew û hevalên xwe bala xwe berdidin serxwebûn û azadiya Belarûsyayê. Di berhemên xwe de pêvajoya "ji nû ve bûyîn"ê tînin ziman. Rêxistineke polîtîk jî dadimezirînin lê biser nakevin. Kupala carekê dixwaze xwe bikuje lê namire.

Dawiya temenê xwe de li Kazan a nêzîkê Moskowê dijî. Di hotêlekê de ji pêpelûkan dikeve, jiyana xwe jidest dide.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]