Yaqob Tilermenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yaqob Tilermenî
biguhêreBelge

Yaqob Tilermenî, sala 1972'yan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana Seretayî, Navîn û Lîseyê li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîjleyê, Fakûlteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji 1995'an heta taliya 1998'an li Stenbolê Mamostetiya Fîzîkê kiriye. Dû re li Qoserê Mamostetiya Fen Bîlgîsiyê kiriye. Di Gulana 2002'yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye. Dû re li bajarê Mersînê heta sala 2017'an mamostetî kiriye û bi biryara hikûmetê ji kar hatiye derxistin. Ji ber zextên berpirsiyarên dewletê mecbûr maye ji welatê xwe veqete û ligel malbata xwe li bajarê Lozanê yê bi ser Swîsreyê bi cih bibe. Tilermenî bi helbestvan Dîlber Hêma re zewicandiye û xwediyê du keçan e.

Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997'an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, Kovara W, Notos, Dünya'nin öyküsü, Tîroj, pêveka özgür Gündem- Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika, Xwebûn û malperên bi navê Mehname, Amûde, Diyarname de hatine weşandin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wergerên wî (Ji Tirkî bo Kurdî)