Yasemin Çongar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yasemin Çongar
Jidayikbûn22 kanûna pêşîn 1966 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yasemin Çongar (jdb. 22'ê berfanbarê 1966) nivîskar û rojnamevaneke tirk e. Bi nêrîn û helwesta xwe ya lîberal tê naskirin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diya wê piyanîst Gülay Uğurata, bavê wê endezyarê jeolojiyê Behiç Çongar e. Li DYAyê dibistana amadeyî bi dawî dike. Sala 1984'ê di ajansa nûçeyan ANKAyê de dest bi rojnamevaniyê dike. Di heman demê de li zanîngehê, perwerdeya aboriyê dibîne.

Di zanîngeha Georgetownê (DYA) li ser etûdên amerîkan perwerdeya bilind dibîne. Demekê di weşanên Partiya Karker a Tirkiyeyê de peywirdar dibe. Ji ber van xebatên xwe tê darizandin lê beraet dike. Paşê derbasê rojnameya radîkal kemalîst Cumhuriyetê dibe.

Di destpêka 1990'î de diçe Brîtanyayê, li Londonê di BBCyê de kar dike. Vegerê, li Stembolê di fîrmayake lêpirsînê de (Strateji-Mori) birêveberiyê dike. Di rojnameyên Yeni Yüzyıl, Milliyetê de dinivîsîne. Dibe nûçegihana Milliyetê ya Washingtonê. Ji sala 1995'ê ve li Washingtonê rojnamevaniyê dike.

Bi kesên navdar ên wekî Orhan Pamuk, Paul Auster, Salman Ruşdî re hevpeyvînan dike. Li Washingtonê nûnertiya kanala CNN Türkê dike. Niha di rojnameya lîberal-demokrat Tarafê de dinivîsîne.

Marî bûye (zewiciye) diya keçekê ye.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çok Sevdiklerimiz, Yarım Bıraktıklarımız - Pirrhezkiriyên me, nîvçehîştiyên me

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]