Mahmut Yıldırım

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yeşil hat beralîkirin)

Mahmut Yıldırım (Yeşil) (jdb. 1951 li gundekî Bongîlan navê wê Dîcnîk e) yek ji endamê saziya sîxuriyê ya dûgela Tirk MİT, JİTEM û komên kontrgerîlla yên saziya taybet a bi navê ÖKK ye.

Bi eslê xwe kurd e. Navê diya wî Derdê ye. Navê bavê wî Biko Xido bûye. Diya wî sê mêr kirine. Di sala 1973î de ji aliyê artêşa Romê (Tirkiye) ji ber nêrînên wî yên çepgîr tê binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de li dijî çepgirên herêmê wekî sîxur tê bikaranîn. Piştre artêş wî perwerde dike û di nava MİTê de bikartîne.

Di salên 1980 - 1990 li dijî hêzên çepgir ên Kurdistan û Tirkiyeyê wekî êşkencekar, kujer û sîxur kardike. Di salên 90î de îcar wî li Kurdistanê, li dijî hêz û rêxistinên kurdperwer bikartînin. Ji ber ku ew sîxur e, gelek navên wî hene.

"Topal Osmanê nû"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî gelek ronakbîrên tirk ew Topal Osmanê nû yê dewleta tirk e û ew jî wekî Topal Osman piştî bikaranînê hatiye kuştin û êdî najî. Dewleta tirk hemî kiryarên xwe yî dijmirovane dixe para Yeşil. Navê Yeşil li Kurdistanê dihat wateya mirinê. Di gelek lêkolîn û darizandinan de navê wî wekî kujer derbasdibe. Tê gotin parlamanterê kurd Mehmet Sîncar wî bi destê xwe kuştiye û Mûsa Anter jî daye kuştin. Di kuştina hezaran kurdan de cihgirtiye.

Hin kodnav û binavkirinên gel bo Yeşil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sakalli, Ahmet Demir, Turan Oğuzsoy, Metin Atmaca, Halis Türk, Kamuran Dımbıloğlu, Bertal Zaza, El-Cuneyd, son türk büyüğü - mezinê tirkan ê dawî, lacê Misto Kor, bêbav, pîncê Bongilan, siya Ataturk hwd.

Efsaneya Yeşil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tê gotin ji ber ku bavê wî bi tirkî nizanîbûye berçavê gundiyan lêdaye û xwîn ji dev-pozên wî aniye. Ji gundiya re gotiye "Kê li Tirkiyê bi tirkî neaxive, bila bavê min be paşeroja wê ev e û divê ji we re bibe mînak".
  • Li Batmanê bi navê Xalê Remzî gundiyekî 70-80 salî jiber ku bavê fermandareke gerîllayê PKKê bû, bi saxî bi birrekê jêkiriye û vê yeka han neviyên wî û gundiyan dîtine.
  • Hêştirmeyek (qantir) gerîlla dîlgirtiye û di paşiya wê de dînamît çikandiye û teqandiye. Gotiye "dijmin dijmin e çi mirov, çi ajal".
  • Dema êşkence bikira digotibûye "De bila Xwedê were we azadbike" û di operasyonên li dijî gundên kurdan de "Elahûekber" digotibûye.
  • Hege du kurd dîlbigirta bihevdu dida lêdanê û dawiya êşkenceyê de yek bi yê din dida kuştin.
  • Tê gotin ew jî di nava projeya veqetandina zazayan ji kurmancan a dewleta tirk de cihgirtiye û aleke bo zazakîaxêvan çêkiriye ku ji kesk û sor pêk tê.
  • Tê gotin di operasyona dîlgirtina îtîrafkerê PKKê Şemdin Sakık, organîzasyona artêşê ya firotina eroîn û kokaînê û bûyera Susurlukê de cihgirtiye.

Dewleta Tirk daxûyand ku di sala 1996î de têkiliya wî hatiye qutkirin û ew nizanin Yeşil li kû dijî. Rojnameyên tirkan nivîsîn ku ew dijî, xwe li mala serokkomarê berê Süleyman Demirel vedişêre.