Yehya Elewîferd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yehya Elewîferd
Jidayikbûn1973 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yehya Elewî Ferd (1973, Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji helbestvan , rojnamevan û nivîskarên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1973'ê de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha Xorasana Bakurê li Îranê ji dayîk bûye. Ew heta pola pêncem li dibistana gund dixwîne, dû re xwendina xwe li dibistana bajarê Bocnûrd ê didomîne, ku bajarê Îraniyan bû. Di sala 2009'an de fakûlteya wêje û zimanê farisî ya Enstîtuya Qomê ya pêdagogiyê temam dike. Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurmancî dinivîsîne. Wî bêhtirî 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. wî li ser modirnkirina sêxiştiyên kurdên xorasanê hinek nivîsar nivîsîne û gelek Sêxiştiyên Modern jî çê kirine. îro sêxiştiyên modern bi navî wî tên naskirinê.[1][2] Ew niha li bajarê Qomê jiyan dike. Heta nika bêhtirî deh pirtûkên wî li Îranê , Înglistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek pirtûkên wî[3][4]

  • Demsal Balkêş in 2005
  • Bihara bêdawî 2008
  • Eva nûtî ye 2008
  • Were bibîne 2010
  • Doregerdan 2010
  • Muhemmed dîsa tê 2010
  • Şerê Çûçikan 2010
  • Xwedê ke Her roj Ceng Bê 2010
  • Rojek Dûmeqeskekê 2011
  • Mîna Bûkan 2011
  • Şelpe û Sêv Kurdîya Kurmancî - 2012
  • Eva nûtî ye Kurdîya Kurmancî - 2012

Xelatên wergirtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cejnvareya kovarên zarokan û nûciwanan, xelata yekê, 2001
  • Cejnvareya xwendekaran, xelata duyê ya beşa helbestê, 2002
  • Cejnvareya nivîskarên baştir li IRIB, xelata yekê, 2004
  • Cejnvareya hunerên asimanî,li Howzehên Iran, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009
  • Pirtûka demsala Iranê, xelata yekê, 2009
  • Cejnvareya neteweyîa Bahar li zanîngehên Iranê, xelata yekê ya beşa helbestê,2009
  • Cejnvareya neteweyîa Seqeliyn li zanîngehên Iranê, xelata duyê, 2009
  • Pitûka sala parîzgeha Qom, xelata yekê, 2009
  • Cejnvareya neteweyîa Quran li zanîngehên Iranê, xelata sisê ya beşa helbestê,2010
  • Cejnvareya malperan libarey aşûra, xelata yekê, 2010
  • Cejnvareya neteweyîa pirtûka zarokan, xelata yekê, 2011
  • Cejnvareya helbesta işraq, xelata yekê, 2012

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ RIZGARÎ[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Pênûsa Nû hejmara 27an, rûpelên 4 û 5 (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 13 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014
  3. ^ Agahî di derbarê jiyana wî de, ji orîjînalê di 20 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2011
  4. ^ Berhemên Yehya Elewîferd

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]