Yekta Geylanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yekta Uzunoğlu hat beralîkirin)
Yekta Geylanî
Yekta Uzunoğlu 2017
Jidayikbûn10ê gulana 1953an (70 salî)
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
 Almanya
PîşeNivîskar, wergêr û bijîşk
Malperyektauzunoglu.com
biguhêreBelge

Yekta Geylanî yan jî Yekta Uzunoğlu bijîşk, nivîskar, wergêr, karmend û têkoşerê mafên mirovan a kurd e ku di sala 1953an li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê hatiye dinyayê.[1][2][3]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1953an de li bajarê Farqînê wek zarokê malbatekî welatparezên kurd tê dinê. Salên 1967-1970an de lîse li Siweregê bi Mehmet Uzun, Mehmet Vural, Mahmût Çikman, Dr. Bilal Pişirici re xwendiye. Di sala 1970yan de bi Necatî Siyahkan re rojnameya "Siverek Kültür Gazetesi” de wek xwendekar kar kiriye. Birayê wî parêzer Erdinç Uzunoğlu[4][5] ye, helbestvanê Rojen Barnas û Kendal Nezan jî kurxalê wî ne.

Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê kurd Kamiran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972 -1979an li Pragê di Zanîngeha Charlesê de beşa Bijîşkiyê dixwîne û dibe doktor.

Di dema xwendekariyê de dibe endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di nav komeleyê de bi Tariq Aqrewî, Mîrhem Yiğit, Qadir Dîlan, Muhemed Muhtedî, Selîm Babanzade, Muhemed Zaza, Zagros Haco re kar dike.[6]

Dema ku Çekoslovakya ji aliyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanê de dibe çalakvan bo mafên mirovan di Komara Çekolovakyayê de. Zelalpiştê şikesta şoreşa Mela Mistefa Barzanî di sala 1975an de Sedam Huseyn ji dewleta Çekoslovakyayê xwest ku xwendekarên kurdên başûr bigrin û bişînin Bexdayê. Dewleta komunîst ku serokkomar Gûstav Hûsakê stalînîst bû her hefte xwendekarên kurd ji zanîngehan kom dikir û dişand Bexda û li Bexda Sedamî ew didan kuştin.

Di sala 1973an de Dr. Ebdurehman Qasimloyî li Pragê nas dike, dostaniya wan ta şehîdbûna Dr. Qasimlo di sala 1989 de dom dike, bi salan alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dike.

Di sala 1975an da Yekta Geylanî û Hacî Ehmedî (pêşeweyê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê - PJAKê) bi ser Konsolsoxaneya Swêde de digrin.[7] Bi 20-30 xwendekarên kurd re greva birçîbûnê organîze dikin. Di dewra Gûstav Hûsakê Stanîlîst de xwendakarên kurd radestî Sedam dikin. "Swêd welatekî bealî ye” û ev çalakî di dinê de deng dide û şandina xwendekarên Kurdên Başûr li Bexda dide sekinadin, rejîma Sedam bi vê çalakiyê di vê warê de şikest dixwe.

Dr. Yekta Geylanî di sala 1976an de bi alîkariya hevalê xwe Prof. Dr. Pavel Martasek [8] û Vladîmîr Korenskî bi navebeynakariya çapxaneya Araratê ya neqanûnî li Komara Çekoslovakya ava dike û dehan pirtûk, namilke, nexşe Kurdistanê û nivîsên xwe, ya Dr. Ebdulrehman Qasimlo,[9] Kendal Nezan û yê Prof. Dr. Joyce Blau, bi zimanên cuda-cuda çap dike, diweşîne û li Ewropa belav dike. Çapxaneya Araratê(Agirî) di dîrokê de yekem çapxaneya kurdî ye li Ewropayê.[10]

Dr. Yekta Geylanî di dema ku li koleja bijîşkiyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê da bi serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel re di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakiyên siyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Geylanî jî sirgûn dikin.

Herwiha piştre Dr. Yekta Geylanî li Parîsê bi cîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşiyên hundirîn dike.

Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan re Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ava dike. Hikûmeta Fransayê Dr. Yekta Geylanî layiqê Bûrsa Enstitûya Pasteur dibîne. Dr. Yekta Geylanî piştî 5 mehan pispor / îxtîsasê, bi nameyekî spasdariya xwe ji hikûmeta Fransayê re dişîne û bûrs û hemû derfetên ku hikûmeta Fransayê jê re dabûn lê vedigerîne û Dr. Yekta Geylanî, tevî hevalên xwe yên Bijîşkên Sînornenas diçe Kurdistana Îranê (Rojhilat), ji bo alîkariya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê. Nexweşxaneyên sahra ava dike, dibistan bo ciwanên kurd li serê çiya vedike, dibe mamosteyên wan, li Kurdistana Rojhilat ji Qoturê ta Soma-Biradost di eniya şerê de wek peşmerge ciyê xwe digre.[11][12][13][14][15]

Dr. Yekta Geylanî hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya kurdan û mirovan di sala 1987ê de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin. Li Almanyayê xwediyê statûya penaberiyê ye. Di 1983an de Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bi Kendal Nezan, Remzi Raşa û Yilmaz Guney re ava kiriye.[16] 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Herwiha Dr. Yekta Geylanî di dema xwendekariyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne.[17] Li sala 1988 de cara yekem di dîroka Kurdîstanê de li Ewropayê li ser pelên kurt de li Monte Carlo de radyoya kurdî vekir û dest bi weşanên kurdî kir.[18]

Dr. Yekta Geylanî, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive. Piştî têkçûyina komînîzmê vedigere Pragê. 1990î li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike.[19][20] Sala 1994an de dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Geylanî tûşî problem û arîşeyan dikin. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyeyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Geylanî dikin. Ji vê êrîşê zindî difilite.[21][22][23]

Bi hevkariya kesên neqanûnî/illegal yên Tirk ji aliyê polîsên Çekê ve tevî 3 kurdên din tê girtin. Dr. Yekta Geylanî ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne. Yek kurdekî bi navê Gafur Gökmen[24][25][26] piêtê berdana xwe 32 saliyê xwe de diçe rehma xwedê ji ber ku di girtigehê de nexweş dikeve û nayê dermakirin, kurdê dinê bi navê Hacî Bulut di girtigehê de dîn dibe.[27][28][29][30][31]

Bi endamên Parlamena Kurd re bi u Birêvebirê Beşa Derve ya Serokê Komara Çek Hynek Kmoníček, 21.12.2015'

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International)[32] aşkere dike ku Dr. Yekta Geylanî bi awayekî hiqûqî nehatiye dadmendkirin, nehatiye darizandin û careke din doza dadigehkirina wî ya hiqûqî dike[33][34] Di sala 2007an de Serokkomarê Çekyayê Vaclav Havel, xwediyê xelata Osakarê Zdeněk Svěrák (en) û 160 şexsiyetên herî navdarên Komara Çek ji bo pîştevaniya têkoşîna Dr. Yekta Geylanî dest bi greva birçîbûnê dikin, bi vê riyê êrîşên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Geylanî ku berdewam e, protesto dikin.[35][36][37][38][39]

Tiştekî ku Dr. Yekta Geylanî bê tawanbarkirin nayê ditîn û di 31ê tîrmeha 2007an de dosyeya Dr. Yekta Geylanî paqij derdikeve. Dr. Yekta Geylanî dema di zîndanê de ye, rastî gelek miameleyên xirab tê û zerarê dibîne. 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin.[40]

Yekta Geylanî di dîroka hiqûqa Komara Çekyayê de tazmînata herî mezin bi dest dixe. Yên ku komara dewleta kûr ya Çekya bi wî dane jiyandin, di pirtûka bi navê "Îfade" Girêdana arşîvê 2016-03-12 li ser Wayback Machine dinivsîne û pirtûk bi deh hezaran çap dibe û li zimanê almanî jî tê wergerandin û bi almanî jî çap dibe. Dr. Yekta Geylanî di 21.01.2015an de di mala xwe da rastî êrîşa kuştinê hatiye. Lê bi zindî filîtiye. Kujer bi aliyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Geylanî bikujin ve hatiye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.[27]

Dr. Yekta Geylanî hemwelatiyê Almanyayê ye. Bavê du keçan e, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî. Wî bi tevahî 51 pirtûk bi zimanên cuda-cuda nivîsine, wergerandine û weşandine. Dr. Yekta Geylanî 10 zimanan zane.[27]

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekta Geylanî bi Václav Havel re, 2006

Di sala 2006an de saziya herî navdar Harta 77 xeleta herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel) ya Komara Çek ji destê serokomar Vaclav Havel bona cesaretê xwe li şerê hember bêedaletiyê, neheqiyê werdigire û dibe biyaniyê yekem li dîroka komara Çek de ku vê xelatê bi dest dixe.[41][42][43]

2017 Girtina Yekta Geylanî li Çekyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pişta êrişa DAIŞê di sala 2014 Dr. Yekta Geylanî hember vê êrişê disekine, alîkariya Kurdên Rojava dike, bi cîgirê komîsyona leşkeriya Parlamena Ewropî J. Stetina re diçe Kobanê û Nesrîn Abdullah (YPJ) tîne Komara Çek, dîsa di sala 2015an de dibe sedem ku serok Mesûd Barzanî tê Komara Çek û 20.12.2015 parlamenterên Kurdistanê tîne Komara Çek. Roja 21.01.2015 de sûcdarekî navdar Vaclav Faktor ku hemkarê polîsê Komara Çek e bi şev dikeve mala Dr. Yekta û dixwaze wî bikuje, polîs wî digre lê rojekî şûn de wî berdide.

Yekta Geylanî di 28ê nîsana 2017an de li Pragê bê sebeb tê girtin (li ser daxwaza Sefîrê tirk). Dotira rojê ew bi biryara dadgehê tê serbestkirin.[44] Li gorî xwe Uzunoğlu li ser daxwaza balyoza tirk li Prag ji alî polîsên ku bi wan re kar dikin hat girtin.[45] Dadgeha Ewlekariyê ya Komara Çek bi daxuyaniya 13ê sibata 2018an de, di binê vê pelê de hatiye belavkirin: III. ÚS 1920/17, bi devê kadî Prof. Dr. JUDr. Jan Filip CSc ragihand ku girtina Yekta Geylanî di 28ê kanûna paşîn a 2017an de dijî qanûna ewlekariyê bû û komara çek mahkûm kir.[46]

2019 - Biryara Dewleta Tirk bo girtina Dr. Yekta Geylanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2015ê de li ser daxwaza Parlamenterê Parlamena Ewropayê û cîgirê serokê komîsyona parastinê Parlamena Ewropayê MEP Jaromir Stetina û Yekta Geylanî bi hev re çûne Bakurê Sûriyê (Rojava) da ku li ser şerê dijî DAIŞê bo Parlamena Ewropa lêkolîn bikin. Piştî vegera xwe, Jaromîr Stetîna hem li ser rûpela xwe û hem jî li ser rûpela fermî ya Parlamena Ewropayê çend wêneyan li gel şerwanên kurd ku li dijî DAÎŞê şer dikirin weşandiye.[47] Dr.Yekta Geylanî jî wan wêneyan bi destûra Jaromîr Stetina ser Twitterê xwe de parve kiriye. Di kanûna paşîn a 2019an de li Tirkiye Yekta Geylanî ku biraziyê Dr. Yekta Geylanî ye tê girtin. Derdikeve holê ku Tirkiye ji sedema van wêneyan biryara girtina Dr. Yekta Geylanî daye û bi şaşî biraziyê wî berçav kirine ku navê wî jî Yekta Geylanî ye. Dr. Yekta Geylanî hemwelatiyê Almanyayê ye, çendan parlamenterên Alman, Jaromîr Stetina û parlamenterên din ya Parlamena Ewropayê, PENa Kurd û gelek kesayetiyên navdarên Çek û Alman vê biryara dewleta Tirkan protesto kirin. Ew wêne ku bûye sedama bîryara girtina Dr. Yekta Geylanî ta roja îro jî li ser malpera fermî ya Parlamena Ewropî de zeliqandî ye û ji her kesî re vekiriye.[48][49][50]

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Yekta Geylanî : Siverek Kültür Gazetesi (Rojnameya Çandî ya Siweregê) - Bî Necati Siyahkan, 1970[51]
  • Yekta Geylanî : Ronahî - Kovar, 1971-1973[52]
  • Yekta Geylanî : Le Probleme Kurde - (Pirsa Kurdan) - Bî Prof. Joyce Blau, Zanîngeha Sorbonne - Prag, 1977
  • Yekta Geylanî : Îsa Diçe Qudisê - 1986[53]
  • Yekta Geylanî : Îsa Can Dide Miriya -1986[54]
  • Yekta Geylanî : Yûnis - 1986[55]
  • Yekta Geylanî : Hey lê; Bi kurdî binivîsîne Girêdana arşîvê 2020-09-08 li ser Wayback Machine - 1985
  • Yekta Geylanî : Kovara Mizgîn 1983 / 1984 / 1985
  • Yekta Geylanî : Passion der Kurden (Cefayê Kurdan) - Zanîngeha Dortmundê û Enstîtuya Kurdî ya Bonnê çap kirin. Prof. Pfeipfer jî berpirsiyarê redaksîonê bû.- Bonn, 1984
  • Yekta Geylanî : Láska u Kurdů (Evîna Kurdan) - Li nav salên 1976-1979 de di çaêxana dizî ya Yekta Geylanî bi navê Ararat de li Prag hat weşandin. Nûsxeyê wan li pirtûkxana Libri Prohibri li Çekyayê (en) de heye. Di vê pîrtokxane de tenê pîrtokên ku di dema komunîzmêde dizî hatine çap kirin hene.
  • Yekta Geylanî : Země Kurdů (Welatê Kurdan) - Li nav salên 1976-1979 de di çaêxana dizî ya Yekta Geylanî bi navê Ararat de li Prag hat weşandin. Nûsxeyê wan li pirtûkxana Libri Prohibri li Çekyayê de heye. Di vê pîrtokxane de tenê pîrtokên ku di dema komunîzmêde dizî hatine çap kirin hene.
  • Yekta Geylanî : Legenda o Kurdech (Destana Kurdan) -Li nav salên 1976-1979 de di çaêxana dizî ya Yekta Geylanî bi navê Ararat de li Prag hat weşandin. Nûsxeyê wan li pirtûkxana Libri Prohibri li Çekyayê de heye. Di vê pîrtokxane de tenê pîrtokên ku di dema komunîzmêde dizî hatine çap kirin hene.
  • Yekta Geylanî : Mehdi Zana Muss Gerettet Werden (Mehdî Zana Divê Were Azad Kirinê) - Bonn, 1982[56]
  • Yekta Geylanî : Der kulturelle Völkermord an den Kurden in der Türkei (Jenosîda Çandêyiya Kurdan li Tirkiye) - Bonn, 1982
  • Yekta Geylanî : Thomas Bois: Kurdische Volksdichtung (Helbestên Gelêrî yên Kurdan') - Kurdisches Institut - Bonn, 1985
  • Yekta Geylanî : Kurdische Musik (Musîka Kurdî) - Kurdisches Institut -ISBN 3-925519-02-5 - Bonn, 1985
  • Yekta Geylanî : Ferhenga Kurdî-Germenî û Germenî-Nurdence - 1987
  • Yekta Geylanî : D. N. MacKenzie: Kurdische Grammatik (Rêzimana Kurdî) - Xebatekê li ser berhemên Celadet Bedir Xan û Roger Lescott e. - Kurdisches Institut - Bonn, 1986
  • Yekta Geylanî : Kurdská Přísloví (Gotinên Pêşiyan yên Kurdî) - Yekta Geylanî ji zimanê kurdî wergerandiye zimanê çekî û di weşanxana xwe Merîdîan de daye weşandinê - Prag, 1993
  • Yekta Geylanî : Wenn Man ins Krankenhaus Musst (Gava ku Hûn Hewce ne ku Biçin Nexweşxanê) - ê nivîsandiye Yekta Geylanî ye - Weşanger jî Xaça Sor a Almanî û Enstîtûya Kurdî ya Bonnê ye, 1984[51]
  • Yekta Geylanî : Jinên Kurd li Almanya - Nivîskar û weşanvan : Dr. Yekta Geylanî, 1984
  • Yekta Geylanî : Plandayîna Malbatê - Bonn, 1985
  • Yekta Geylanî : Kurdish Music Anthology (Antolojiya Muzîka Kurdî) - 1984'
  • Yekta Geylanî : The Destiny of M.Karataş – A Story of a Man in Exile (Qedera M.Karataş - Çîrokek mirovek li sirgûnê) - Bonn, 1985
  • Yekta Geylanî : Ein Kurde im Mahlwerk des Übergangs ; Ein Bericht aus Tschechien(Kurdekî li Nav Çarxên Dîrokê de ; Nûçekî ji Komara Çek) - Bi pêşgotinê Bernhard von Grünberg û bi pêşkêşvaniya František Janouch, 2007
  • Yekta Geylanî : Výpověd Girêdana arşîvê 2016-03-12 li ser Wayback Machine (Şahidî) - Akropolis - Prag, 2008[57]
  • Yekta Geylanî : Ekonomické Perspektivy ČR (Perspektîfên Aborî ya Komara Çek) - V. Klaus (serokvezîr), I. Kočárník (wezîrê aboriyê), K. Dyba (wezîrê sanayiyê), J. Zieleniec,(wezîrê karên derva), J. Lux (wezîrê ziratê) -Dr.Yekta Geylanî - Weşanxane Meridian ku ya Yekta Geylanî bû - ISBN 80-901588-0-3- Prag, 1993
  • Yekta Geylanî : Islamistický Trojský Kůň v České Republice (Hespê Troyayê îslamîstan di Komara Çek de) -ISBN 978-80-906487-2-2, 2017
  • Yekta Geylanî : Qirîna Zindanan - Ev pîrtûk yekem pîrtûka Yekta Geylanî ye ku li Tirkiyê hat weşandin'ê - Weşanxana Îzan, 2021
  • Yekta Geylanî : Apê Mûsa 100 Yaşında! (Mûsa Anter 100 saliya xwe de !) - Pîrtuk jîbîranîna Mûsa Anter e ku Dr. Yekta Geylanî wî şexsen naskiribû û bi çendan kesayetên nasdarên Kurd re wî pîrtûkê nivîsandin. Weşanxana Aram - 2020
  • Yekta Geylanî : Bîranîn - Ev pirtûk yekem weşanê Dr.Yekta Geylanî'ye ku bi kurdî û li Tirkiye diweşîne. Weşanxana Sitav, 2021[58]
  • Necati Siyahkan : Nataşa - Pirtûka helbestvanê Kurd ê navdar rehmetî Necatî Sîtahkan cardin bi nivîsekî Dr.Yekta Geylanî. Weşanxana Îzan, 2021[59][60]

Wergerên Di Nav Zimanê Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Karel Čapek
    • R.U.R - Dema ku Yekta Geylanî di Zanîngeha Çarlsê li Prag pizijkiyê dixwen vê pîrtokê vegeran zimanê çekî û di çapxana xwe ya dîzî bi navê Ararat de çap kir.
    • The White Disease (Birîna Spî) - Dema ku Yekta Geylanî di Zanîngeha Çarlsê li Prag pizijkiyê dixwen vê pîrtokê vegeran zimanê çekî û di çapxana xwe ya dîzî bi navê Ararat de çap kir.
    • The Mother (Dayik) - Dema ku Yekta Geylanî di Zanîngeha Çarlsê li Prag pizijkiyê dixwen vê pîrtokê vegeran zimanê çekî û di çapxana xwe ya dîzî bi navê Ararat de çap kir.
    • 1974 -
  • Molière
    • The Forced Marriage (Zewaca Bê Dil) - Dema ku Yekta Geylanî di Zanîngeha Çarlsê li Prag pizijkiyê dixwen vê pîrtokê vegeran zimanê çekî û di çapxana xwe ya dîzî bi navê Ararat de çap kir.
    • 1979
  • Incîle Luqe -1985
  • Incîlê Marco - 1987
  • Genesis - Bonn, 1987
  • Exodus - Bonn, 1987

Wergerên Di Nav Zimanê Çekî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Uzunoglu, Yekta. "Jiyana Yekta Uzunoğlu". Yekta Uzunoglu (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2021.
  2. ^ "Yekta Uzunoglu - Blog iDNES.cz". iDNES.cz. Roja gihiştinê 27 nîsan 2021.
  3. ^ "Oficiální blog Yekta Uzunoglu | Vaše Věc". vasevec.parlamentnilisty.cz. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2021.
  4. ^ Üzülmez, Müslüm (19 tîrmeh 2011). Yoldaş Koçero (bi tirkî). artcivic. ISBN 9786054513024.
  5. ^ https://www.insanokur.org/uzunoglu-unutulmayacaktir-uzulmez/
  6. ^ Uzunoglu -, -Yekta. "Statečný Pražan - Kurd: Tariq Aqrawi." Rukojmi.cz - Internetové noviny. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  7. ^ "SERDEGIRTINA SEFARETXANEYA SWÊDÊ!". RiaTaza. 9 gulan 2021. Roja gihiştinê 2 hezîran 2021.
  8. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 gulan 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  9. ^ "Dr. Qasimlo, hevpeyvîn bi Dr. Yekta Uzunoglu re". Kurdish Institute (bi îngilîziya amerîkî). 23 tebax 2007. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  10. ^ "Serpêhatiyeke xeternek: Çapxaneya Araratê û xofa sîstema Komûnîst". RiaTaza (bi îngilîziya amerîkî). 25 sibat 2019. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  11. ^ "Yekta Uzunoğlu: Rojhilat'ın Yolunda - 2". Nerina Azad (bi tirkî). Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  12. ^ "Yekta Uzunoğlu: Rojhılat'ın Yolunda - 1..." Nerina Azad (bi tirkî). Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  13. ^ "Li ser rêya Rojhilat – 2 / Dr. Yekta UZUNOĞLU NİVÎSÎ". Mezopotamya24Haber.com (bi tirkî). 28 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  14. ^ "Lİ SER RÊYA ROJHİLAT – 1 / Dr. Yekta UZUNOĞLU NİVÎSÎ". Mezopotamya24Haber.com (bi tirkî). 24 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  15. ^ "Yekta Uzunoglu". alchetron.com. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  16. ^ Kurdologie, Österreichische Gesellschaft zur Förderung der; Studien, Europäisches Zentrum für kurdische; Schmidinger, Thomas; Hennerbichler, Ferdinand; Six-Hohenbalken, Maria Anna; Osztovics, Christoph (22 gulan 2015). Wiener Jahrbuch für Kurdische Studien (Ausgabe 2/2014): Schwerpunkt: Die Geschichte von kurdischen Studien und Kurdologie. Nationale Methodologien und transnationale Verflechtungen (bi almanî). BoD – Books on Demand. ISBN 9783944690322.
  17. ^ Bauer, Antje (13 tîrmeh 1987). "Türkische Fundamentalisten machen mobil". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). r. 5. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  18. ^ "Bi kurtî çîroka Radyoya Monte Carlo şaxa Kurdî". RiaTaza (bi îngilîziya amerîkî). 28 nîsan 2019. Roja gihiştinê 3 gulan 2019.
  19. ^ "Yekta Uzunoglu ⇒ Obchodní rejstřík | Peníze.cz". rejstrik.penize.cz. Roja gihiştinê 27 nîsan 2021.
  20. ^ "MUDr. Yekta Uzunoglu, Diazova 305 v obchodním rejstříku". Podnikatel.cz (bi çekî). Roja gihiştinê 27 nîsan 2021.
  21. ^ "Yekta Uzunoglu: případ, o který už nikdo nestojí". iDNES.cz. 24 tebax 2006. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  22. ^ Olšer -, -Břetislav. "MUDr. Uzunoglu má za sebou děsivé zážitky s českou justicí; jako nevinný". Rukojmi.cz - Internetové noviny. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  23. ^ "Çeklerden 2 milyar euro istiyor". MİLLİYET HABER - TÜRKİYE'NİN HABER SİTESİ. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  24. ^ "Mazlum Kürt Gafur'un Haykıran Kanı… | Edebiyat Bahçesi". edebiyatbahcesi.net. Roja gihiştinê 2 hezîran 2021.
  25. ^ "Yekta Uzunoğlu: Xwîna Ku Dıqîre..." Nerina Azad (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2021.
  26. ^ "Lidská etika a ti kteří způsobili smrt Kurda Gökmena ! část 1 - Blog iDNES.cz". iDNES.cz. Roja gihiştinê 2 hezîran 2021.
  27. ^ a b c Uzunoglu, Yekta. "Životopis Yekta Uzunoglu". Yekta Uzunoglu (bi çekî). Roja gihiştinê 8 nîsan 2019.
  28. ^ Uzunoglu -, -Yekta. "Lidská etika a ti kteří způsobili smrt Kurda Gökmena ! část 2". Rukojmi.cz - Internetové noviny. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  29. ^ "XWÎNA KU DIQÎRE..." RiaTaza (bi îngilîziya amerîkî). 13 sibat 2019. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  30. ^ "Nous accusons …". Kurdish Institute (bi îngilîziya amerîkî). 23 tebax 2007. Ji orîjînalê di 11 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  31. ^ "Mazlum Kürt Gafur'un Haykıran Kanı… | Edebiyat Bahçesi". edebiyatbahcesi.net. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  32. ^ (PDF) https://web.archive.org/web/20200304121058/https://www.amnesty.org/download/Documents/64000/eur710012007en.pdf. Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 hezîran 2021. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  33. ^ "AI MÁ OBAVY O SPRAVEDLIVÝ PRŮBĚH PROCESU MUDR. UZUNOGLUA".
  34. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 tebax 2020 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 hezîran 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  35. ^ "Kurdský lékař Uzunoglu ukončil po 11 dnech hladovku". tn.nova.cz (bi çekî). 25 adar 2007. Ji orîjînalê di 4 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  36. ^ a.s, Economia (22 adar 2007). "Havel bude symbolicky držet hladovku za Uzunoglua". Hospodářské noviny (bi çekî). Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  37. ^ týdeník, Katolický. "Otřesné svědectví kurdského lékaře". Katolický Týdeník (bi çekî). Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  38. ^ webmaster@tyden.cz, TYDEN, www tyden cz, e-mail: (22 adar 2007). "Havel hladoví na podporu Uzunoglua". TÝDEN.cz (bi çekî). Roja gihiştinê 4 gulan 2019.{{cite web}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  39. ^ "Havel bude hladovět za kurdského lékaře | Domov". Lidovky.cz (bi çekî). 22 adar 2007. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  40. ^ "Kurdové a Kurdistán - dokumenty". kurdove.ecn.cz. Roja gihiştinê 8 nîsan 2019. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 8 de no-break space character heye (alîkarî)
  41. ^ "Nadace Charty 77 vyhlašuje Cenu Františka Kriegla". Ekolist.cz. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  42. ^ "Laureátem ceny Františka Kriegla se stal Yekta Uzunoglu". Radio Praha (bi çekî). Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  43. ^ "BÛYEREKE DÎROKÎ LI PRAGA PAYTEXT". www.pen-kurd.org. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.[girêdan daimî miriye]
  44. ^ Sputnik. "Dr Yekta Uzunoglu li Çekyayê hat girtin". krd.sputniknews.com. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2018.
  45. ^ http://www.kurdistana-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=9245[girêdan daimî miriye]
  46. ^ "Program jednání soudu - Ústavní soud". www.usoud.cz (bi çekî). Ji orîjînalê di 23 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2018.
  47. ^ "Štĕtina visit to Kobani".
  48. ^ David, Vystavil Ivan. "Turecko zneužívá institut Interpolu k pronásledování novinářů a spisovatelů v zahraničí kritických k Turecku". Ji orîjînalê di 13 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  49. ^ "Stanovisko Amnesty International: Turecká republika – MUDr. Yekta Uzunoglu | Vlastenecké noviny" (bi çekî). Ji orîjînalê di 1 nîsan 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  50. ^ "Amnesty International: Problematická situace v Turecku a Yekta Uzunoglu | 12. 4. 2019". Britské listy (bi îngilîzî). 12 nîsan 2019. Roja gihiştinê 4 gulan 2019.
  51. ^ a b "Yekta Uzunoglu - Vyd. - publ. čin". web.archive.org. 18 sibat 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 sibat 2012. Roja gihiştinê 23 nîsan 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  52. ^ Uzunoglu, Yekta. "Vydavatelská a publicistická činnost". Yekta Uzunoglu (bi çekî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2021.
  53. ^ "Îsa Diçe Qudisê".
  54. ^ "Îsa can dide miriya".
  55. ^ "Yûnis".
  56. ^ Uzunoglu, Yekta. "09-1982 - MEHDI ZANA MUSS GERETTET WERDEN". Yekta Uzunoglu (bi almanî). Roja gihiştinê 14 nîsan 2019.
  57. ^ "SKC - Úplné zobrazení záznamu". aleph.nkp.cz. Roja gihiştinê 23 nîsan 2021.
  58. ^ "2 Best Bîranîn images in 2021". Pinterest (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 gulan 2021.
  59. ^ "NATAŞA - Necati Siyahkan". Pinterest (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 gulan 2021.
  60. ^ "Yekta Uzunoğlu: Sembola Esaleta Kurd: Necatî Sıyahkan". Nerina Azad (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2021.
  61. ^ "SKC - Úplné zobrazení záznamu". aleph.nkp.cz. Roja gihiştinê 23 nîsan 2021.