Zîndana Amedê

Ji Wîkîpediya

Zîndana Amedê yan Girtîgeha Amedê, li navenda paytexta Kurdistan Amedê ye.

Ev zîndan, bi taybetî piştî darbeya leşkerî ya 12'ê rezberê 1980'î ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî şoreşgeran. Li vê zîndanê desthilatdariya mîlîtarîst a Tirk, li hemberî şoreşgerên Kurd û Tirk, her cûre êşkence dida meşandin û her wiha vê derê kiribû cîhê îttîraf, mikurhatin û teslîmiyetê. Lê belê bi taybetî pêla Berxwedanê ku bi şoreşgerê Kurd Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Mazlum Dogan dest pê kir, êdî bi Şeva Çaran û berxwedana 14'ê tîrmehê li hemî zîndanê belav bû.

Piştî van berxwedanan êdî kiryarên teslîmkirn û îttîrafkirinê yên desthilatdariya mîlîtarîst têk çû û zîndana Amedê bû kela berxwedanê. Zîndana Amedê piştî darbeya leşkerî ya 12`ê îlonê bû akademiya şoreşgeran. Navekî din ê Zîndana Amedê jî Akademiya Mazlum Dogan e. Ango mirov dikare bêje ku li rûyekî vê zîndanê êşkence, kuştin û her cûre kiryarên dervehî mirovatiyê û li rûyê din jî şeref, namûs, serberzî û berxwedana şoreşgeran.

Gelek şoreşgerên kurd û tirk ên weke Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner, Akîf Yilmaz di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dan.

[biguherîne] Girêdanên derve