Zagros (rêzeçiya)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zagros
Zîncîreçiyayê Zagrosê
Zagros 1992.jpg
Zagros, dîmenek ji esmên de
Çîyayê herî bilind Zerdekoh (4.548 m)
Dirêjayî 1.500 km
Cih Rojhilata Kurdistanê, Îran
Koordînat 32°21′50″Bk 50°5′31″Rh / 32.36389°Bk 50.09194°Rh / 32.36389; 50.09194
Zerdekoh (Îran)
Zerdekoh

Zagros an çiyayên Zagrosê, navê zîncîreçiyayê ku ji herêma Wanê - Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê de derbas dibe. Ji bakur ve di destpêk de, di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn de û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî Kendava Îranê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya çiyayên Zagrosê 1.500 km ye. Di zîncîreya Zagrosê de gelek çiya hene. Di nav van çiyan de çiyayê bi navê Zana û çiyayê bi navê Zerd ên herî bilind in. Çiyayê Zana 5.098 m û yê Zerd jî 4.548 metre bilind e. Ji Zagrosê re çiyayê Kurdistanê jî dibêjin. di Ji ber ku piraniya Zagrosê di nav axa Kurdistanê de ne. Ibn Xeldûn di pirtûka xwe ya Muqaddîme de ji Zagrosê de wek çîyayên Kurdîstanê behz dike.

Zîncîreçiyayên Zagrosê bi hezar salan in ku di navbera çandên herêm ên cuda cuda de wek tixûb hatine kişandin. Di navbera gelên wek Faris, Asûrî, Ermenî, Kurd û Ereb dê.

Etîmolojiya Zagrosê[biguherîne]

Di derbarê etîmolojiya peyva “Zagros” de sê çavkanî û teoriyên cuda hene:

  1. Li gor Zend Avesta wateya Zagros ”bilindahî” ye. Ango çiyayê bilind ku roj di pişta wî de derdikeve. Koka gotinê zuxur an zarg e. Zarg tê wateya qerqez û bilind ku bi tirki dibêjin uçurum. Zarga Fîsê ku li nêzîkî Licê ye û Zarga Fîsê ya ku li navenda Amedê li ser çemê Dîclê ye û tirkan navê Fîs Kayasi lê kiriye.
  2. Tê gotin ku peyvên Zengene û Zagros ji heman etîmîlojiyê tên. Wek tê zanîn Zengene eşîreke kurdan e û hîn îro jî ev eşîr li Başûr dijî.
  3. Her çiqas kêm be jî hinek îdea dikin ku Zagros ji yewnaniya kevn tê û tê wateya tofan û firtonê.

Di dîrokê de Zagros[biguherîne]

Zagros bi tenê ne zîncîreçiyayên bilind û asê ne. Li gor arkeolog û dîrokzanan cara yekem çandinî û şaristanî li qontarên Zagrosê destpê kiriye û ew gel kurd bi xwe bûne. Kurd heta îro jî li ser axa xwe mane û li heman herêmê dijîn. Ji wan kurdên herî kevn heta îro arkeologan navên sê eşîran tespît kirine: eşîrên Makran, Zengene û Çigînî. Bi rastî ev hersê eşîr hîn îro jî li Kurdistanê dijîn.

Di serdema me de arkeolog û lêkolîngerên dîrokî dibêjin ku sumer ji çiyayên Zagrosê ber jêr daketine deştê û şaristaniya ku li Zagrosê hebûye, bi xwe re anîne û bi pêş xistine. Esas navê sumeran hatî ne. Hatî yanî yên ku ji çiya hatine. Piştre ji hatiyan re sumer gotine.

Bajarên yekemîn ên ku îro hatine dîtin li nêzîkî Zagrosan bajarên wek Ansan, Sûsa, Şandiyar û Cermo ne.

Îro hema hema hemû arkeolog û dîrokzan hemfikir in ku 9.000 sal berî zayînî ango 11.000 sal berî niha li qontarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajelan kirine. Cara yekem li wir bizin, mîh û mange û beraz kedî û xwedî kirine. Xanî û mal lêkirine. Genim, çewder û fesûliye çandine. Berî zayînî di navbera salên 5.400-5.300 li nêzîkî qontarên çiyayên Zagrosan bi awayekî sîstematîk rez xwedî kirine û ji tirî mey çêkirine. Navê tiriyê Vitis silvestris bûye ku îro jî bi latînî navê wê Vitis vinifera ye. Herweha bîra jî li wir hatiye çêkirin.

Ksenofan da "Di vegera dehhezaran de" (beri zayînî 401-400) behsa serpêhatiya xwe û çiyayên Zagrosê dike ku çawa asê ne û di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa xwe û kardoxiyan dike. 75 sal piştî vegera Ksenophan, vê carê Îskenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosê de here Îranê. Lê ji ber ku di ”Vegera dehhezaran" de bûyerên ku li çiyayên Zagrosê hatibû serê artêşa Ksenofan hemû xwendibû û di derheqê Zagrosê de êdî xwedî zanyarî bû. Loma di jêrê Zagrosê de derbasî Îranê bû.

Zagros di jiyana şerê çekdarî ya kurdan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Di serdema me de, bi salan pêşmergeyên Başûr û Rojhilat di dema tengasiyê de hildikişiyan Zagrosê, li wir bi cih dibûn û xwe diparastin. Di van 15-20 salên dawî de gerîlayên PKKê hema hema li seran serên zîncîreçiyayên Zagrosê biryargehên xwe yên mezin û navendî danîn û niha jî li çiyayên Zagorsê ne. Artêşa tirk bi balafir, helîkopter û teknîka nûjen a şer nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Operasyonên artêşê bê encam dimînin.

Zagros ne bi tenê hêlîna pêşmerge û gerîlayên kurd e, herweha hêlîna teyrê Sîmir e jî.

Zagros ji aliyê siruştê ve him paradîs (bihuşt, cennet) û him jî dojeha (cehenem) nedîtî ye! Zivistanan ba, bager û pûk e. Tu jîndarek nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzana Zagrosê bigre. Hirç bi hirçîtiya xwe bi mehan newêre ji qula xwe derkeve. Di demsalên bihar û havînan de mirov dikare çar demsalan li gel hev bibîne. Dar û ber, nebat û kulîlkên çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe paradîsa rasteqîn e. Di mîtolojiyê de, li Zagrosan giyayekî pîroz heye ku mirov bixwe, namire.

Çavkanî[biguherîne]

  • Amed Tîgrîs